Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin

Polîsan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê kirin

.

A+A-


Polîsan bi gaza îsotê û mertalan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê yên li pêş Miduriyeta Polîsan a Edeneyê disekinîn, kirin. 
 
Di 4’ê Gulanê de li Edeneyê polîsan damezrînerê Weqfa Fûrqanê Alparslan Kûytûl jî di nav de 30 jê zarok 400 kes ên ji bo îbadeta “îtîkafê” çûbûn mizgeftan di serdegirtina mizgeftan de binçav kiribûn. Kirariyên wan ên li Miduriyeta Polîsan didomin. Polîsan bi gaza îsotê û mertalan mudaxileyî endamên Weqfa Fûrqanê yên li pêş Miduriyeta Polîsan a Edeneyê disekinîn, kirin. 

Polîsan di dema mudaxileyê de li gelek kesan dan. Li derdora avahiya Miduriyeta Polîsan a Edeneyê endamên Weqfa Fûrqanê hêj sekinîne û polîsan derdora wan dorpêç kiriye. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin