Polîsan Midaxele Li Çalakiyan Kir

Polîsan Midaxele Li Çalakiyan Kir

Polîsan li Stenbol û Enqereyê midaxele li wan çalakiyan kiriye ku ji bo biryara tayînkirina qeyûman

A+A-

Polîsan li Stenbol û Enqereyê midaxele li wan çalakiyan kiriye ku ji bo biryara tayînkirina qeyûman a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Wan û Amedê protesto bikin hatine li dar xistin.

Nobeta Demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî biryara tayînkirina qeyûman a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Wan û Amedê li gelek bajaran berdewam dikin.

Li Enqereyê polîsan midaxele li HDPiyan kiriye ku li Kolana Sakaryayê xwestine çalakiya rûniştinê pêk anîne. Rêveberên HDPyê jî di nav de 10 kes hatine desteserkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kesên ku hatine desteserkirin wiha ne: Betul Koca, rêvebera HDPyê ya Enqereyê, Veli Saçilik, Abuzer Kisa, Rêveberê navçeya Mamakê yê HDPyê, Ali Ozkan, Dilan Karaer, Onur Emre, Muhammet Şuayip Polat. Di saetên êvarê de kesên desteserkirî serbest bûne.

Li Stenbolê jî HDPyiyan xwestiye li Beşîktaşê çalakiyekê pêk bîne. Lê polîsan midaxele li wan kiriye ku di nava çalakvanan de parlamenterên HDPyê jî hebûne. Gelek kes hatine desteserkirin.

Li Îzmîrê polîsan çalakvan dorpêç kirine

Li Îzmîrê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê parlamenter û endamên HDPyê xwestine daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan asteng kiriye ev çalakî û çalakvan dorpêç kirine.

Li Edeneyê jî HDPyiyan xwestiye li Parka Abidin Dinoyî çalakiya rûniştinê pêk bînin. Lê polîsan ew asteng kirine.

Li Dîlokê HDPyiyan xwestiye li ber Parka Yeşilsuyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û çalakiya rûniştinê pêk bînin. Lê polîsan biryara qedexeya çalakiyan a Walîtiyê kiriye hincet ku di 20ê Tebaxê de ji bo 30 rojan hatibû standin. Mahmut Togrul, Parlamenterê HDPyê yê Dîlokê gotiye ew ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan destûr dane daxuyaniyê lê nehiştine çalakiya rûniştinê pêk were. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin