Polîsan bi ser malên Hadî û Suleyman Ozişik de girtin

Polîsan bi ser malên Hadî û Suleyman Ozişik de girtin

.

A+A-

Piştî ku Wezîrê Karên Navxweyî Sulyema Soylû derbarê Hadî û Suleyman Ozişik de gilî kir de polîsan bi ser malên wan de girtin. 

Wezîrê Karê Naxvweyî Suleyman Soylû derbarê rojnamevan Hadî û Suleyman Ozişik ên birayê hev in de gilî kiribû û pişt re derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Polîsan di çarçoveya vê lêpirsînê de bi ser malên wan de girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê û Serdozgeriya Komarê ya Anadolû ya Stenbolê ji bo malên Hadî Ozişik û Suleyman Ozişik lêgerîn bê kirin ferman da. Li ser ve yekê polîsan bi ser malên wan de girtin û lêgerîn pêk anîn. Hat diyarkirin ku di lêgerînên li malan de polîsan dest danîne ser kompîturek û du heb telefonên berîkê. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin