Polis; ‘Ji bo kurdî bistîrin, divê destûra we hebe’

Polis; ‘Ji bo kurdî bistîrin, divê destûra we hebe’

Polis destûr nedaye wan ku ew şahîya xwe bikin.

A+A-

Meclîsa Jinan a Şarederîya Erdîşê û Navenda Çanda Ronahî di çerçeweya faliyêtên şarederîyê de li ‘Parka Vanyolu’ a Erdîşê çalakîyekê ji bo zarokan li dar xistine; zarok bi qelemên rengareng li ser diwarên parkê risimên bi babetên aştîyê çêkirine. Piştre kêf û şahî kirine û bi elbanan bi hev re stranên kurdî sitrîyane.

Lê ‘Parka Vanyolu’ ji alîyê polis ve hatiye dorpêçkirin û polis ji wan re gotiye; ji bo ku hûn kurdî bistîrin divê îzna we hebe. Polis destûr nedaye wan ku ew şahîya xwe bikin û ji bo belav bibin ew tehdît kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin