Platforma Zimanê Kurdî: PZK Mir Celadet Bedirxan Bi Rêzdarî Bibîr Tîne

Platforma Zimanê Kurdî: PZK Mir Celadet Bedirxan Bi Rêzdarî Bibîr Tîne

.

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî. Di daxuyaniyê de behsa rol û keda Celadet Alî Bedirxan ya bo zimanê Kurdî hat kirin û bang hat kirin ku xwedî li nirxên wek Celadet Alî Bedirxan were derketin.

Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî wiha ye:

Sala 1951 an 15 ê Meha Temûzê Mir Celadet Bedirxan koça dawî kıribû. Di vê rojê de stêrikeke din ji malbata Bedirxanîyan çûbû ser dilovaniya xwe. Wê rojê ezmanên Kurdistanê gelekî xemgin bûn. Ewran hêstir dibarandin. Kewên ribat êdî nema dixwendin. Di wê roja tarî de Xelkê Kurd bi rêzdarî xebata Mir Celadet bibîr tianî. Baş tê zanîn ku Mir Celadet di şert û mercên gelek dijwar de xatir ji Kurdan xwestibû. Piştî xebateke dûr û dirêj, kedeke bê westan, bahweri bi doza gelê xwe, giringdayîna ziman, kultur û karê rewşenbirî Mir Celadet jî weke hemû Rewşenbirên Kurd, bi kesereke kûr di ser dil de ji nava Kurdan bar kiribû. Bayê xemgîniyê jî li seranserê Kurdistanê belav dibû û di hiş û bîra Kurdan de hestên welatperwerıyê hina geştir dikirin…

Rewşenbîrê heja di pêşgotina Kovara Hewarê de ku dı 1932 an de dest bi weşanê kiribû, daxwaz û ramanên xwe wilo formüle kiribûn. Di vê hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê de daxwaz û ramanên Kurdewar bi zimanekî hêsan wilo anîbûn ser kaxezê: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin"

Bele. Platforma Zimanê Kurdî bi erka xwe ya bingehîn dizane ku xebata Mir Celadet Bedirxan û hemû rêhavalên wî ku ji bona geşkirina zimanê Kurdî destpê kiribûn, wê bi sebir, bi hişmendî û bi hevbeşî berdewam bikin. Kare ziman karekî hevbeş e û bê xebata siyasi qet nabe. Ji ber wilo em weke PZK dibêjin; Welatperwerî bê zimanê Kurdî nabe. Siyaseta Kurdî bê zimanê Kurdî nabe. Nasnama Kurdî bê zimanê Kurdî nabe. Kurdbûn bê zimanê Kurdî nabe. Zimanê Kurdî di nava tevgera Kurdî de divê bibe rengê hemû Kurdan. Ji ber ku zimanê Kurdî hebûna me ye.

Bi wan hest û ramanan em roja koça dawî ya Mir Celadet Bedirxan bibîr tînin. Sersaxiyê ji hemû gelê Kurd re dixwazin û dubarê dibêjin: Xebat ji bona zimanê Kurdî her berdewam e!

15 07 2022 Amed

Platforma Zimanê Kurdî

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin