Platforma Zimanê Kurdî (PZK): Li Dibistanan Dersa Zimanê Kurdî Hilbijêrin!

Platforma Zimanê Kurdî (PZK): Li Dibistanan Dersa Zimanê Kurdî Hilbijêrin!

.

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang li gele kurd kir ke di dibistanan de dersa kurdî hilbijêrin û zarokên xwe fêrî kurdî bikin.

Îro roja çarşemê 06.01.2021an Platforma Zimanê Kurdî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da hat hat gotin ku: “Em weke Platforma Zimanê Kurdî dixwazin ku şagirtên kurdan zimanê xwe hilbijêrin. Divê Kurd di her warî de xwedî li zimanê xwe derkevin û fêrbûna zimanê xwe weke erkeke netewî bicîh bînin. Kurd divê bi zimanê xwe têkilîyan bi hevdû re deynin. Ji bona Kurdan ev pirsa man û nemanê ye.”

Di daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî (PZK) de wiha hat gotin:

Li Dibistanan Dersa Zimanê Kurdî Hilbijêrin!

Zimanê Kurdî hebûna me ye. Zimanê Kurdî nasnama me ye. Zimanê Kurdî rûmeta me ye… Em weke Platforma Zimanê Kurdi hergav wan dîtinana dûbare dikin. Bi rastî heke mirovên Kurd bixwazin weke Kurdan bijîn divê pêşî zimanê xwe fêrbibin. Heke em dixwazin li dijî asimilasyon û oto asımilasyonê rawestin divê em zimanê xwe fêrbibin. Heke em dixwazin edebiyat, siyaset, ziman û kultura Kurdî pêşve biçe, divê em zimanê xwe fêrbibin. Heke em Kurd dixwazin Kurd jî weke hemû netewan bi serbilindî bijîn, divê pêşî em zimanê xwe fêrbibin. ..

Belê. Divê Kurd di her warî de xwedî li zimanê xwe derkevin û fêrbûna zimanê xwe weke erkeke netewî bicîh bînin. Kurd divê bi zimanê xwe têkilîyan bi hevdû re deynin. Ji bona Kurdan ev pirsa man û nemanê ye!

Weke ku tê zanîn dibistan wê dîsa perwerda xwe destpêdikin. Şagırt wê dersên xwe hilbijêrin. Îro em dizanin ku derfeta mirovan li dibistanan heye ku dersa zimanê Kurdî hilbijêrin. Ev mafeke ku divê Kurd bi hemû haweyan xwedi lêderbikevin. Her çiqasî armanca me ya sereke perwerde bi zimanê dayikê be jî, divê zimanê Kurdi weke dersa bijarte, ji aliyê hemû Kurdan de weke gava pêşî were nirxandin. Em vê derfeta ku heye baş bicîh werinîn, wê di pêşerojê de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayike jî vebe.

Bi demê re wê hewcedariya hejmara mamosteyên Zimanê Kurdî zêde bibe û zanîngeh jî mecbûrin li gorî vê rastîyê mamosteyên Kurdî perwerde bikin. Mamosteyên Kurdî ku hene jî bi vî haweyî dibin xwedî kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerdê bi Zimanê Kurdî destkeftiyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasi zor û zehmeti hebe jî, dive Dayik û Bav xwedî li zimanê Kurdî derkevin.

Gelî Kurdan! Di mala xwe de, li kolan û bazaran bi Kurdî bi axivin. Siyasetê bi Kurdi bikin!

Em weke Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dikin ku di dibistanan de dersa zimanê Kurdi hilbijêrin. Çi Kurmanc çi Zaza bê cudabûn, divê zarokên me di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin. Îro di xebata perwerdê de ev mafeke, divê ev mafê ziman bi hişmendî were bikaranîn.

Banga me ji hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya Kurdî, rewşenbîr û hunermendan re  ev e; Her kes ji aliyê xwe de bila xwedî li dersa zimanê Kurdî derkevin. Dîsa bi derfetên xwe jî zimanê xwe fêrbibin. Zimanê xwe di çalakîyan de bikarbînin. Di pirsa ziman de em bi hişmendî û hestyarî tevger bikin. Em bi hevdû re ji bona zimanê Kurdî kar bikin, hişmendiya zimanê Kurdi bilind bikin, nivîsandin, xwedin û axaftina bi zimanê Kurdi bila bibe helwesteke xwezayî û netewî di nava civaka Kurdan de.

Platforma Zimanê Kurdî

Diyarbekir

 06 01 2021

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin