Platforma Zimanê Kurdî panela ‘Ol û Ziman’ lidardixe

Platforma Zimanê Kurdî panela ‘Ol û Ziman’ lidardixe

Platforma Zimanê Kurdî panela ‘Ol û Ziman’ lidardixe. Platforma Zimanê Kurdî daxuyanîyekî nîviskî weşand û di daxuyanîyê de hatîye diyarkirin ku li ser pirsa ziman, ji niha û pê de rêzê panel, konferans û sempozyuman dê lidarbixin.

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî panela ‘Ol û Ziman’ lidardixe. Platforma Zimanê Kurdî daxuyanîyekî nîviskî weşand û di daxuyanîyê de hatiye diyarkirin ku li ser pirsa ziman ji niha û pê de rêzê panel, konferans û sempozyuman dê lidarbixin.

Xebata platformê a ewilî li ser mijara ‘Ol û Ziman’ dê çêbibe. Platform di vê xebata xwe ya yekemîn de ‘Li gorî ola îslamê mafe ziman çî ye?’ wê li ser vê mijarê panelekî lidarbixe. Li ser vê mijarê panela platformê di 25 Meha Gulanê de li Navenda Kultur Seat: 15.00an de (Kongre Merkezi ) li Diyarbekirê bê kirin.

Di daxuyanîya nîviskî a platformê de ewilî li ser girîngiya zimanê dayîkê sekînin û daxuyanî wiha dest pêkir:” Em weke Platforma Zimanê Kurdî hergav dibêjin, zimanê me hebûna me ye, zimanê me nasnama me ye, zimanê me rûmeta me ye. Belê,  zimanê me gelekî giring e, divê di her warê jîyanê de em xwedî li zimanê xwe derkevin.“

Panela pêşî Ol û Ziman e

Platforma Zimanê Kurdî diyar kir ku ji niha û pê de li ser pirsa zimên wê xebatên wan çêbe û daxuyanîya platformê wiha berdewam kir:” Platforma Zimanê Kurdî li ser pirsa ziman wê ji nûha û pê de rêzê panel, konferans û sempozyuman lidarbixe. Panela me ya pêşî li ser ol û ziman e. Li gorî ola îslamê mafe ziman çî ye?”

Panelîstên panelê jî ji wan kesan pêk tê:

Seyda Ayetulah Aşîtî

Nivîskar Sedat Doğan

Seyda Mıhemedê Zoxbîrî

Moderatör, Şerefxan Cizîrî

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin