Platforma Zimanê Kurdî: Kurdî weke şîrê dayîkê helal e

Platforma Zimanê Kurdî: Kurdî weke şîrê dayîkê helal e

Platforma Zimanê Kurdî, bi hilkefta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî rêzeçalakî li dar xistin.

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî, pêşî li avahiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî qala girîngiya zimanê Kurdî kir û got  Ziman welatê mirov e. Ziman nasname, raman, azadî û qabîleyeta mirov e. Heke hûn zimanê netewekê qedexe bikin hûn raman, fikirandin, afirandin, pêşketin, azadî û her tiştî wî qedexe dikin. Dewlet ji ber vê sedemê dixwaze zimanê kurdî tune bike. Dixwaze asîmile bike û pêşketina wê asteng dike.” 

Endamê Platformê Hayrettîn Altun jî anî ziman ku mafê perwerdehiyê yê di her kademeye de ne qencî ye mafek sereke ye û got: “Kurd mafên xwe yên hatiye desteserkirin daxwaz dikin. Radestkirina vî mafî beriya siyasî û bîrdozî wezîfeyek wîjdanî ye. Qedexekirin û astengkiya ziman travmayê li pêşiya civaka kurd vedike.  

Altun da da zanîn ku polîtîkaya pişaftin û qedexeyê li ser zimanê kurdî didome û wiha got: "Bila tu kes ji me re nebêje ‘kurdî ne qedexe ye, lê binêre diaxivin û televîzyona kurdî heye.’ Bila wisa nêzî me nebin. Li Tirkiyeyê tu demê qedexe û astengî ji ser zimanê kurdî ranebûye. Îro hêj kurdî wek zimanek ‘nayê zanîn’ tê nasîn. Bila kes nebêje ‘zimanê kurdî ne qedexe ye.’ Her kes dizane ku zimanê kurdî qedexe ye." 

Piştî daxuyaniyê, endam û dildarên Platformê, qutikên ku li serê 'Zimanê me hebûna me ye' nivîsî li xwe kirin û daketin kolanan û belavokên xwe belav kirin. Bes di dema belavkirina belavokan de, rastî astengiyên polêsên tirk hatin. Polêsan nehişt bi van qutikan belavokan belav dikin. Dûvre, pêkhateyên PZKê, qutikan ji xwe kirin û çalakiyên xwe domandin.

zd1.jpgzd2.jpgzd3.jpgzd4.jpg

pzk1.jpgpzk2.jpgpzk3.jpgpzk4.jpgpzk5.jpgpzk7.jpgpzk8.jpgpzk9.jpgpzk10.jpgpzk12.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin