Platforma Zimanê Kurdî ji serokomar Erdogan re name şandiye

Platforma Zimanê Kurdî ji serokomar Erdogan re name şandiye

.

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî ji bo ku Zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bibe fermî nameyek ji Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê AKPê re şand.


Platforma Zimanê Kurdî ji bo ku Zimanê Kurdî li Tirkiyeyê bibe fermî nameyek ji Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê Partiya Dad û Geşepêdanê(AKP) re şandiye.

Platformê di nameye de axavtina Erdogan ya têkildarî ziman ya ku di 20ê Kanûna Paşiya 2021an de li merasîma Xelatên Taybet yên 2019-2020ê yên Wezareta Geştiyarî û Çandê kiribû, nîşan daye.

Serokomar Erdogan li merasîmê weha axiviye:

“Ziman nebe mirov, malbat, civak, gel, çand û şaristanî jî nabe. Gelên ku xwedî li zimanê xwe dernakevin û zimanê xwe dewlemend nakin her wekî darên ku kokên wan rizîyane, neçarin li dijî bayê bikevin…

Peyamî Safa vê rewşê weha pênase dike, ‘Gelên ku zimanê xwe wenda dikin tê wê wateyê her tiştê xwe wenda kirine. Di gel vê rastiyê em têra xwe li ser meseleya ziman nasekinin. Dema ku hûn li taxan digerin, dikan û markêtan dibînin mêzedikin. Ka zimanê me? Hûn dibêjin li van deran zimanên me nîne.”

Platformê di nameye de ji bo van gotinên serokomar gotiye, ev tespîtên ku we kiriye divê ji bo Zimanê Kurdî jî be. Em bi dil û can tevlî gotinên we yên derbarê ziman de dibin.

Bila Zimanê Kurdî li dezgehên dewletê bibe fermî
Di nameya platformê de ya ku îmzeya Şerefxan Cizîrî, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî li bine ji serokomar Erdogan hatiye xwestin ku bila Zimanê Kurdî li saziyên weke Hêlên Esmanî yên Tirkan, Şaredarî, Banqe, Nexweşxane û Saziyên Dewletê yên din weke zimanê ragihandinê were bikaranîn û li dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin