Platforma Zimanê Kurdî: Em li zimanê xwe xwedî derkevin

Platforma Zimanê Kurdî: Em li zimanê xwe xwedî derkevin

Platforma Zimanê Kurdî îro li Amedê derbarê serdana xwe ya bo Enqerê de daxuyanîyek da medyayê. Berdevkê Paltforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ragihand, xebat û serdana me ya bo Enqerê serkevtî bû

A+A-

Navenda Nûçeyan- Platforma Zimanê Kurdî ya ji, têkildarî zimanê kurdî û serdanên xwe yên partîyên sîyasî yên li Enqerê li avahîya Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) daxuyanîyê da çapemenîyê.

Berdevkê Paltforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ragihand, wan rojên 4 û 5 ên vê mehê li Enqerê program hebûn û wan serdana hejmarek fraksyonên li nav parlamentoya Tirkîyê û hin partîyan kirin û bi Nûneratîya Yekîtîya Ewropayê ya li Enqerê re jî civîyan.

Şerefxan Cizîrî dîyar kir, ji bilî MHPê wan daxwaza hevdîtinê ji hemû grûpên li nav prlamentoyê kir, lê tenê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Partîya Gel a Komarî (CHP) û Partîya Saadetê bersiva erênî dan û bi wan re hevdîtin pêk anîn û Partîya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û ÎYI Partîyê bersiva daxwazên wan ên hevdîtinê nedane.

 

Cizîrî, da zanîn ku hewl dan ku bi AKP’ê re jî hevdîtin bikin lê bersiv nedan û wiha axivî: “Îro jî bersiv bidin em amade ne wan bibînin. Em naxwazin kesê ji derve bihêlin di vê meseleyê de. Partîya ku me jê randevû nexwesti bû MHP ye. Ji ber di meseleya kurdî de xeteke wan ya hişk heye. Heke polîtîkayên xwe nerm bikin em dikarin wan jî bibînin. Pêş darazîya me miqabilî tu partîyan tune ye. Em çûn cem birêz Kiliçdaroglû ji tu daxwazên platforma me re negot na. Helwesta wî pozîtîf bû. Me ji wan re got meseleya zimanê kurdî bi tene kursa çareser nabe. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û divê Sazîya Zimanê Kurdî ava bibe. Wan jî got ‘di demê pêş de em ê piştevanîya vê bikin û demên pêş de pêşnîyareke kanûnî jî aktuel bikin. Me yek bi yek nêrînên xwe ji nunerên Yekitîya Ewropa re gotin. Wan jî rapora xwe nivîsî û gotin em ê bibin alîkarê we.” 

 

 Cizîrî, anî ziman ku dixwazên kesên ku organê dewletê temsîl dikin ji hemûyan re hevdetin bikin û wiha berdewam kir: “Lê bes pîvaneke me heye ku bixwazin dan û standina wan bi me re hebe. Heke nexwazin em naçin devê derîyê wan û destê xwe ji wan re vekin. Rumeteke me û zimanê kurdî jî heye.” Cizîrî herî dawî got ku divê êdî kurd  ji niha û şunda li ziman û çanda xwe xwedî derkevin û wiha got: “Bes e ku me xwe û zimanê xwe biçûk bîbînin divê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Dem dema kurditîyê û xwedî li mafên xwe derkevin e”

 

 Pişt re endamê platformê Îrfan Soner jî dêrbarê seredana HDP’ê û DBP’ê de axivî û wiha got: “Xetereyeke mezin li ser zimanê me heye. Ji ber wê yekê me biryar da ku weke platformê em pêşîya vê xetereyê bigirin. Me bi herdû Hevserokên Giştî yên HDP’ê re hevdîtin pêk anî. Me daxwazên xwe bi dosyayekê pêşkeşî wan kir. Pişt re me xwest her komcivînên xwe de ziman bînin rojevê û di meclîsê de jî warê qanûnî de çi pêwîst be bikin. Soz dan ku zêdetir bixebitin di warê zimanî de. Giranîya me zêdetir ku demildest pirsgirêkên ziman were çareserkirin e.”

 

 Dûre endamê platformê Sedat Dogan jî, dîyar kir ku armanca wan bala parlemento, civak û partîyên sîyasî bikşînin bû û wiha axivî: “Partîya Saadetê re me got erebî, tirkî, farisî û kurdî birayê hev in. Lê mixabin van her sê zimanên din weke Hz Yusuf zimanê kurdî avêtin bîrê û nahêlin ji binê bîrê derkeve. Zedetirî partîyan dîyar kirin ku di vê meseleyê de dest û lingên wan girtine û nikarin gavekê biavêjin. Temamê partîyan tiştekî şênber nedanîn pêşberî me ku dê çi bikin.”

 

 Endamê Platformê Vahît Aba jî, dest nîşan kir ku çareserkirina pirsgirêka kurdî di fermîyetê û zimanê perwerdê re derbas dibe û wiha axivî: “Li Bakûrê Kurdistanê mafê zarokên kurda yên dersên bijarte hene. Mafê kurda heye ku perwerdeya xwe bi zimanê xwe bibînin. Ji ber vê jî me bernameyek da pêşîya xwe. Ji bo ku zimanê me ji holê ranebe em kurd dê çi tedbîran bistînin û em kurd ji dewletê çi dixwazin? Têkilîyên kurdan û yên dezgehên navnetewî dê çi be? Me neqşerêyek da berxwe. Em ji bo 21’ê sibatê xebatekê dikin. Pişt re 22’ê Sibatê em ê konferansekê li dar bixin. Em ê ji bo neqşerêya sala pêşîya me konferansê li dar bixin.”

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin