Platforma Zimanê Kurdî: Di dibistanan de dersa zimanê Kurdî hilbijêrin

Platforma Zimanê Kurdî: Di dibistanan de dersa zimanê Kurdî hilbijêrin

.

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî îro 6/1/2022an di peyamekê de bang li hilbijartina “dersa bijarde” dike û radigihîne, “Dersa bijarte helwesteke zimanî ye. Em vê derfeta ku heye baş bicîh werinîn, wê di pêşerojê de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayike jî vebe.”

Peyama Platforma Zimanê Kurdî:

Piştî sersalê demeke nû ji bona dibistanan destpê dike. Nûha dema ku şagirt hinek dersên xwe hilbijêrin. Em dizanin ku derfeta mirovan li dibistanan heye ku dersa zimanê Kurdî jî hilbijêrin. Ev mafek e ku divê Kurd bi hemû haweyan xwedî lêderkevin. Her çiqasî armanca me ya sereke hemû perwerde bi zimanê dayikê bibe jî, divê zimanê Kurdî weke dersa bijarte, ji aliyê hemû Kurdan ve weke gava pêşî were nirxandin. Dersa bijarte helwesteke zimanî ye. Em vê derfeta ku heye baş bicîh werinîn, wê di pêşerojê de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayike jî vebe.

Bi demê re wê hewcedariya hejmara mamosteyên Zimanê Kurdî zêde bibe û zanîngeh jî mecbûrin li gorî vê rastîya hanê mamosteyên Kurdî perwerde bikin. Mamosteyên Kurdî ku hene jî bi vî haweyî dibin xwedî kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerda bi Zimanê Kurdî destkeftiyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasi zor û zehmetî hebe jî, dive Dayik û Bav xwedî li zimanê Kurdî derkevin.

Gelî Kurdan! Di mala xwe de, li kolan û bazaran bi Kurdî bi axivin. Siyasetê bi Kurdi bikin!

Em weke Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dikin ku di dibistanan de dersa zimanê Kurdi hilbijêrin. Çi Kurmanc çi Zaza bê cudabûn, divê zarokên me di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin. Îro di xebata perwerdê de ev mafeke, divê ev mafê ziman bi hişmendî were bikaranîn.

Banga me ji hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya Kurdî, rewşenbîr û hunermendan re  ev e; her kes ji aliyê xwe de bila xwedî li dersa zimanê Kurdî derkevin. Dîsa bi derfetên xwe jî zimanê xwe fêrbibin. Zanebûna zimanê Kurdî di nava Kurdan de bila bibe pîvaneke sîyasî. Kurd divê zimanê xwe di çalakîyan de baş bikarbînin. Di pirsa ziman de em bi hişmendî û hestyarî tevger bikin. Em bi hevdu re ji bona zimanê Kurdî kar bikin, hevbeş bibin, hişmendiya zimanê Kurdi bilind bikin. Nivîsandin, xwedin û axaftina bi zimanê Kurdi bila bibe helwesteke xwezayî û netewî di nava civaka Kurdan de.

Platforma Zimanê Kurdî

Diyarbekir - 06 01 2022

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin