Platforma Zimanê Kurdî bang li Kurdan kir: Xwedî li zimanê xwe derkevin

Platforma Zimanê Kurdî bang li Kurdan kir: Xwedî li zimanê xwe derkevin

Platforma Zimanê Kurdî, bang li Kurdan kir ku xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkevin û li dibistanan, dersa kurdî ya bijarte bibijêrin.

A+A-

Di daxuyaniyê de wisa hat gotin:

"Kurdino!

Xwedî Li Zimanê Xwe Derkevin!

Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dike ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Ji ber ku zimanê Kurdî nasnama me ye, hebûna me ye, taca serê me ye!

Dersa Bijarte, ango derza zimanê Kurdî di hemû dibistanan de mafeke şagirtan e ku îro li pola 5 - 6 - 7 - 8 an de xwendina xwe berdewam dikin. Ev mafê divê bi hişmendî, berpirsyarî û werekbûn were hilbijartın. Şagirtên Kurdan divê zimanê xwe weke nasnama xwe biparêzin, bi zimanê xwe di dibistanan de rûbirû bibin, şanaziyê bi zimanê xwe bikin, tam û dewlemdiya ziman Kurdî fêr bibin.

Dersa bijartê di dibistanên dewletê û dibistanên taybet de mafeke bingehîn e. Divê Kurd xwedî li vî mafî derkevin. Daxwaznamê ji bona bijartina dersa Kurdî divê di navbêna 19-22 Sibatê de li dibistanan were kirin. Ji bona ku em karıbin di pêşerojê de doza perwerdê bi zimanê dayikê bi girseyî bikin, divê dersa Kurdî bi baldarî were hilbijartin. Gava ku em dersa xwe ya bijartê bikin zimanê Kurdî, wê pêre jî hejmara mamosteyên Kurdî zêde bibê, pirtûkên dersê Kurdî werin çapkirin, ev jî dibe daneyeke girîng ji bona pêşeroja perwerdê bi zimanê dayîkê. Platforma Zîmanê Kurdî daxwaz dike ku dersa bijarte ne tenê li dıbistana navîn lê li Lyseum (Lîse) jî bibe dersa bijarte. Em weke Platforma Zimanê Kurdî dizanin ku dersa bijartê ne bes e, têr nake lê em dersa bijartê dîsa weke mafekî erenî dinirxînin."

PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin