Platforma Zimanê Kurdî: AK Partî û ÎYÎ Partî randevû nedan

Platforma Zimanê Kurdî: AK Partî û ÎYÎ Partî randevû nedan

.

A+A-

 Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku di çarçoveya xebatên xwe yê zimanê kurdî de kurdî bi HDP, CHP, Saadet, Partiya Pêşerojê û DEVA'yê re hevdîtin kirine û AKP û ÎYÎ Partiyê bersiv nedane daxwaza wan a hevdîtinê. 

Platforma Zimanê Kurdî, derbarê hevdîtinên xwe yên ku di çarçoveya xebatên xwe yê zimanê kurdî de bi partiyên siyasî re kirine de li Cemiyeta Rojnamegerên Rojhilatê Başûr daxuyanî da. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, nûnerên partiyên siyasî yên platformê û rêxistinên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrê têkildarî hevdîtinên kirine û xebatên platformê de axivî û agahî dan. 

LI 3 BAJARAN NÛNERTÎ VEKIRINE

Şerefxan Cizîrî, bi bîr xist ku di nav mehekê de li Elih, Semsûr û Mêrdînê bi hin rêxistinên sivîl re hevdîtin kirine û van hevdîtinên xwe kirine rapor û li van bajaran nûnertiyên Platforman Zimanê Kurdî vekirine û wiha got: "Vê derbarê de me bertekên erênî girt. Di demên pêş de em plan dikin ku li Riha, Şirnex û Wanê jî nûnertiyan vebikin. Ji ber vê sedemê bang li rêxistinên sivîl ên li van bajaran û bajarên din dikin ku tevlî xebatên zimanê kurdî bibin û zimanê kurdî teşvîq bikin."

HEVDÎTINÊN PARTIYÊN SIYASÎ

Di berdewamê de Cizîrî, destnîşan kir ku di çarçoveya xebatên xwe de bi partiyê siyasî re hin hevdîtinan kirine û têkildarî mijarê ev agahî dan: "Me di hevdîtina xwe ya bi HDP'ê re daxwazên xwe pêşkêş wan kir û gotin ku daxwazên me daxwazên wan in. Hevdîtina me ya bi Seroke Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû re jî gelek baş bû. Bi awayekî erênî bersiv da daxwazên me. Kiliçdaroglû got ku gelê kurd yek ji gelê qedîm ê Rojhilata Navîn e û mafê wan e ku bi zimanê xwe biaxivin. Lê ji hêla CHP'ê ve têkildarî vê mijarê tu daxuyanî nehat dayîn. Em hêvî dikin ku xwedî li van gotinên xwe derkevin."

PARTIYA PÊŞEROJÊ Û DEVA

Cizîrî, axaftina xwe wiha domand: "Rayedarên Saadetê jî mîna CHP'ê bi erênî nêzî daxwaziyên me bûn. Gotin ku zimanê we yê zikmakî weke şîrê dayika we li we helal e. Me bi Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû re jî hevdîtin kir. Hevdîtin erênî derbas bû. Me bi Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan û çend rayedarên partiyê re jî hevdîtin kir. Babacan, got ku di bernameya wan de xebata wan a derbarê ziman de heye lê hê zelal nekirine ku dê çawa bigirin dest û xwest ku diyaloga me ya bi wan re bidome."

AKP Û ÎYÎ PARTÎ RANDEVÛ NEDAN

Herî dawî Cizîrî, da zanîn ku xwestine ku bi AKP û ÎYÎ Partiyê re jî hevdîtin bikin lê her du partiyan hê jî bersiv nedaya daxwaza wan a hevdîtinê û got ku heke bersiv bidin amade ne bi her du partiyan re jî hevdîtin bikin. 

/MA

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin