Platforma Îxrackiriyên Amedê daxuyaniyek da

Platforma Îxrackiriyên Amedê daxuyaniyek da

Platforma Îxrackiriyên Amedê, li ser dirêjkirina dema erka Komîsyona OHALê daxuyaniyek da û got ev yek dê pêvajoya antîdemokratîk dirêj bike.

A+A-

Li Amedê, Platforma îxrackiriyên  Amedê, li ser dirêjkirina erka Komîsyona Rewşa Awarte (OHAL) civîneke çapemeniyê li dar xist. Ji ber ku hêzên ewlehiyê nehiştin li ber Plazaya AZCyê bicivin, Platformê daxuyaniya xwe li Kolana Hunerê ya li Ofîsê li dar xist. 

Di daxuyaniyê de Berdevkê paltformê Aziz Turay got dirêjkirina dema erka Komîsyona OHALê dê pêvajoya antîdemokratîk jî dirêj bike û Komîsyona OHALê ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêşniyar kiribû, bo hikûmetê bûye canxilasker.

Turayî da xuyakirin ku bi hinceta 15ê Tîrmehê OHAL hatibû ragihandin û bi 36 KHKyan bi tevahî 135 hezar 144 mirov bi awayekî nehiqûqî hatin îxrackirin. DMMEê jî bi armanca fişara li ser xwe siviktir bike, pêşniyara Komîsyona OHALê kiribû ku ev yek jî bo hikûmetê bû canxilasker. Ûpêşbînî ev bû ku peywira vê Komîsyona hehiqûqî, bo 2 salan bidomiya lê bi biryara Serokomariyê bo salekê din jî hat dirêjkirin. 

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, Komîsyona OHALê bixwe ne hiqûqî ye û biryarên wê bixwe jî ne hiqûqî ne.

Herwiha daxwaz hat kirin ku ev Komîsyona nehiqûqî were betalkirin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin