PKK/HPG berpirsatîya teqîna li Wanê qebûl kir!

PKK/HPG berpirsatîya teqîna li Wanê qebûl kir!

Di teqînê de avayîyên hin partîyan bi taybet jî avayîya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) xesarek mezin dîtibû.

A+A-

HPGê berpirsatîya teqîna li Wanê li xwe girt û ragihand, ku teqîn weke bersivekê bo biryara qeyûmê li bûye û destnîşan kir û îdîa kir ku di teqînê de 18 polîsên Tirkiyê hatine kuştin.

Baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Hêzên Parastina Gel (HPG) di malpera xwe de dibêje; ”Di roja 12'ê Îlonê de saet di 10:45'an de, li herêma Beşyolê ku avahiya AKP'ê, nuqteya ewlekariyê ya polîsan û 3 konteynirên polîsên tîmên taybet (POH) lê bûn, çalakî hat lidarxistin. Li meydana ku çalakî lê pêk hat, avahiya Walîtiyê jî heye. Di encama vê teqînê de piraniya konteynirên POH'ê îmha bûn û 3 maşînên zirxî rûxiyan. Avahiyên AKP'ê û polîsan jî zerareke mezin dîtin. Di encama vê çalakiyê de 18 polîs û tîmên taybet hatin kûştin, zêdeyî 30 wezîfedarên dewleta AKP'ê û POH birîndar bûn.”

Di teqîna ku li herêma Beşyol a Wanê qewimî bû li gor medyayê 53 kes birîndar bibûn; avayîyên hin partîyan bi taybet jî avayîya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) xesarek mezin dîtibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin