Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

PKK û Doza Kurdistanê!

A+A-

Çîroka Dehaqê zalim her Kurd dizane. Dehaqê Zalim her serê ciwanên Kurd dixwaze. Kawayê Hesinkar jî dawî li vê zilmê tîne!

Weta ewe ku; kurdan, di dîroka xwe de ticarî zilim û zordarî qebûl nekirîye. Derfeta hêza Kurdan a pêşîlêgirtina zilmê bidest neketibe jî, ticarî serê xwe ji zilmê re ne tewandine û zilim qabûl nekirine. Di vî warî de li seranserê kurdistanê dîrok şahidê vê helwesta miletê Kurd e.

Ji bona ku ez mijarê di wateyek berpirsîyar de şîrove bikim, ezê pêşî navê çend nivîskarên ku agirê PKK û êrîşkarîya wê di medîya PKK de xwedî dikin bînim ziman û dûre derbasî bûyer û şîroveyê bibim.

Hûn ev demek dirêje kesên ku di Medya PKK de dinivîsin û daxûyanîyan didin, wek Ferda Çetîn, Meral Çîçek, Salahattin Erdem, Weysî Sarisözen, Sara Aktaş, Ahmet Kahraman, Selim Firat, Cemil Bayik, Duran Kalkan, Besê Hozat û Mustafa Karasu dişopînin; Hûn miheqeq têgihîştibin ku PKK dixwaze zarokên kurdan, carek din bi hev bide qirkirin û serkêşên PKK bigihêjin armanca xwe. Van serkêşên PKK rolê Dahaq girtine ser xwe!

Ji roja ku artêşa tirkan êrîş anîye ser Başûrê Kurdistanê û axa azad dagir dike, PKK jî Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tometbar dike û êrîşî gund, sazî û karmendên Kurdistanê dike. Dewleta Tirkîyê, bi mebesta PKK li ser axa Herêma kurdistanê 38 binke ava kirine. PKK, ji dewleta tirkîye re axa ku girtîye destê xwe qedexe nake, lê ji Pêşmergên Kurdistanê re wê axê qedexe dike.

Ezê pêşî van êrîşan rêz bikim vegerim armanca PKK:

“PKK, borîya nefta Kurdistanê teqand. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, rojane 10 milîyon di zerarê de ye.”

“PKK Li Duhokê Parêzerek Qetil kir.”

“PKK li Şingalê keç û xortên Kurdên Êzîdî direvine û Kurdên Êzdî li henber PKK tepkîya xwe dan nîşan!”

“PKK ji bona avakirina Şingal û bicîhbûna niştecîhên kurdên Êzdî, di navbera hikûmeta İraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevpeymanek hat îmzekirin. PKK daxûyanî da ku; ‘ew vê peymanê nasnakin û em nahêlin bicîm bibe.’”

“PKK, li ser rêka sivîlan û pêşmergan du mayîn bicîh kirin û Kemîn danîbûn. Bi hatina hêzên Pêşmergan re mayîn teqîyan û PKK bi arpecîyan êrîş anîn ser Pêşmergan. Di encama êrîşê de Pêşmergeyek cangorî bû û 5 pêşmerge jî birîndar bûne!” Pêşmerge bi pênc seyaran derbasbûne û ev seyare hemû bi dewsa gule û berikên arpecîyan bûne wek seradê. Armanc dijminane bû.

“PKK, du polîsên Neft û gazê li navçeya Çemankê bi gulan birîndar kir!”

Ev hêza xwedîyê van karesatên xerab, her di daxûyanîyên xwe de jî behsa “yekitîya kurdan û şerê birakujî” dike. Mixabin ev bûyer, yek bi yek eşkere dikin ku, PKK hêzek tundrew û xwedî helwestek dijminane, zalimane ye li henber kurdan.

Bi sîyaseta xwe, bi çalakîyên xwe, bi zimanê xwe yê asîmîlasyonîst Li Bakurê Kurdistanê hemû dînamîkên berxwedanê telef kir, qedand. Asîmîlasyon, dejenerasyon û entegrekirina kurdan bi dewleta Tirkîye re gihîşt astek metirsîdar. Balansa civata Kurd li Bakurê Kurdistanê hilweşîya. Niha berê xwe daye Axa azad. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û statûya herêma Kurdistanê ji xwe re kirîye armanc! PKK bûye tehdît li ser axa Hik3umeta Herêma Kurdistanê.

PKK kurda dikuje, êrîşan tîne ser sazî û binkeyên Kurdistanê. Axa kurdan ji kurdan re qedexe dike. Statûya hêrêmê, asayîşa herêmê dixe bin bandora rewşek metirsîdar. Pirsgirêkên mezin ji kurdan re hûr hûr bi hestek dijminane dihone.

PKK li Başûr çi dike?

Axa Başûrê Kurdistanê; bi berqef, rizde, newal û şikeftên xwe, şahidê xwîna şerê azadîya Herêma Kurdistanê a 100 salî û helwesta Pêşmergên qahreman e. Ev herêm, buhust bi buhust bi xwîna pêşmergên Kurdistanê hatîye rizgar kirin. PKK ev 38 sale, bi saya serê van cangorî û van xebatên dîrokî li wan navçeyên rizgarkirî dimîne.

Axa kurdan ji kurdan re qedexe kirîye. PKK ew ax, bê îradeya serwerîya hikûmeta Herêma Kurdistanê dagirkirîye û ew ax li kurdan kirîye jahr. Welatê kurdan li wan kirîye jahr. PKK, mîna Dehaqekî nû li ser axa Kurdistanê bûye qesadê serê kurdan.

PKK, bê riza Parlementoya Herêma Kurdistanê, bê riza wezareta pêşmergan û asayîşa herêma Kurdistanê, li ser wê axa azad dimîne. Hurmetê, ji azadî û serwerîya axa Kurdistanê re nagire. Statûya Kurdistanê qebûl nake.

Di vî warî de Encûmena Wezîran a Kurdistanê di derbarê êrîşên PKKê de daxuyanîya dawî ku daye de eşkere dibe ku:!

“Herêma Kurdistanê, statûya siyasî û rewa ya xelkê Kurdistanê ye, Hêza Pêşmerge jî parêzerê ax û xelkê Kurdistanê ye, lewra her êrîşeke wiha, êrîş e bo ser hemû axa Kurdistanê.”

Ev êrîşên PKK wek "karekî dijminane" dîyar dike û van êrîşên bi vî rengî; “wek destdirêjiya ser serwerîya Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên rewa” tên dîtin û eşkere dike ku "nayê qebûl kirin.“

Başûrê Kurdistanê, statûya sîyasî a herêma Kurdistanê, aşitî û ewlekarîya herêma Kurdistanê, rewşa herêma Kurdistanê a navnetewî ji her kurdekî dilsoz re cîhê hurmetê û piştgirîyê ye. Ev herêm, hêvîya miletê Kurd û Kurdistanê, xewna miletê Kurd û Kurdistanê zînde dihêle. Her destê ku dirêjî vê hêvîya miletê Kurd bibe, ew dest di xizmeta dijminên Kurdistanê de ye. Nayê qebûl kirin.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin