”PKK têra xwe êzing avêt vî agirê ku dewleta Tirk li welatê me pêxistîye”

”PKK têra xwe êzing avêt vî agirê ku dewleta Tirk li welatê me pêxistîye”

”PKK têra xwe êzing avêt vî agirê ku dewleta Tirk li welatê me pêxistîye”

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik îro(02.06.2016) seredana Teşkîlata Batmanê ya PAKê kir. Li vê derê, endamê Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê Adnan Yildiz , Serokê Teşkîlata  Batmanê Aziz Özdemir û rêveber û endanamên PAKê yên Batmanê pêşewazîya Mustafa Özçelik kirin.

Mustafa Özçelik li Teşkîlata Batmanê ya PAKê civîneke çapemenîyê lidarxist û di derbarê rojevê de agahiyên girîng dan.

Gelek TV û  rojname beşdarî civînê bûn.

Di vê civînê de Mustafa Özçelik di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê , di derbarê rûdanên li Tirkîyê de bîr û rayên PAKê anî zimanî.

Mustafa Özçelik di axaftina xwe de behsa şerê îro li bakurê Kurdistanê berdewam e kir û got ‘’Di roja ewil de me got ev şera jibo  xebat û destkeftin û potansîyela sîyasî, sivîl û demokratîk ya li bakurê Kurdistanê bişkîne, hatîye destpê kirin. Ev şera jibo rêliber girtina statuyekê li Rojavayê Kurdistanê hatîye destpêkirin. Ev şera jiber tirsa meşa serxwebûna başûra Kurdistanê hatîye destpê kirin.Me got, divê Kurd nebin alîyekî vî şerî, divê em bi taybetî jî xwe ji şerê li nav bajaran dûr bixin.Lê mixabin, PKKê li kesî guhdar nekir. Wê jî têra xwe êzing avêt vî agirê ku dewleta Tirk li welatê me pêxistîye. Nuha em gihîştin çi qonaxê? Ka ‘ozyonetim’, ka li ‘bajaran herêmên azad kirî’, ka ew destkeftîyên gelê me yên berê?’’

Di derbarê helwesta HDPê jî Mustafa Özçelik got, ‘’HDP, DTK di roja ewil de gotin ‘em piştgirîya şerê li xendek û barîkatan dikin’. Ev jî sîyasetek xelet bû. Dewleta Tirk jî ji xwe re li firsendên weha digerîya ku êrîşî HDPê jî bike.Û mixabin îro HDPê jî ji vi şerî zerarek mezin dîtîye. ’’

Di derbarê helwesta Dewleta Tirk de jî Mustafa Özçelik helwesta xwe anî ziman û got ‘’ Rayedarên Dewleta Tirk bila bizanibin ku,  pirsa Kurd ne pirsa ‘teror’ê ye. Ev pirs pirsa mafê çarenûsîya miletê kurd e, pirsa azadîya gelê me û welatê me ye. Bi kuştin û kirkirin û wêran kirinê eve 90 sale Dewleta Tirk nilkarîbû doza azadîya Kurdistanê ji holê rake; dê ji îro pê ve jî nikaribe..’’

Mustafa Özçelik di berdewamîya axaftina xwe de, bal kişan sîyaseta Dewleta Tirk ku heta nuha tu gavên bingehîn jibo çareserîya pirsa Kurd neavêtîya û got ‘’baş e, dipirsim: we heta nuha çi mafê Kurdan dayê? Heta nuha we hebûna miletê Kurd jî qebûl nekirîye, zimanê wî jî we resmî qebûl nekirîye, we mafê wî yên rewa yên netewî, demokratîk jî qebûl nekirîye. Êdî çi eleqeya van mafên esasî û rewa bi şerî heye. Mafê tu kesî tune ye ku qebûl kirina miletê Kurd û mafê miletê me yên netewî, bi rawestandina şerî ve girê bide’’

Mustafa Özçelik  axaftina xwe de weha domand:’’ Bila Dewlet dest ji vê sîyaseta şerî berde; bila PKK jî şer rawestîne. Bila hemû partîyên Kurdan bi hevdu re, li gel dezgehên sivîl destbidin hevdu. Divê gelê Kurdistanê  bi dengekî bilind  ji  vî şerî re bêje ‘na’. Dive em bi hêza gelê xwe li himber vî şerî rawestin.’’

Mustafa Özçelik piştî civîna çapemenîyê, li gel endam û rêveberên PAKê yên Batmanê civînek taybet lidarxist. Di derbarê xebatên PAKê yên Batmanê malûmat wergirt; herweha di derbarê xebatên PAKê yên giştî agahdarî da endamên PAKê yên Batmanê.

Mustafa Özçelik di vê civînê de behsa girîngîya hebûn û  xebatên PAKê kir û got roja dibuhure,  sîyaseta PAKê ya Kurdistanî û  azadîxwaz zêdetir di dilê gelê me de cîh digire. Mustafa Özçelik got, ‘’Bi xurt kirin û geş kirina PAKê, bi yekgirtina hêzên azadîxwaz û demokrat; bi tifaqeke li ser nirxên Kurdistanî emê bikaribin rê li van texrîbatan bigirin’’. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin