Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

PKK dixwazî çi bike???

A+A-

Bûbê Eser

Roja ku PKK ava kirin, destûr û bernameyek li gor berjewendiyên dagirkeran jê re nivîsên û got: ”Divê hûn li gor vê stratejiyê tevbigerin, nehêlin û rê neden ku kurd bi serkevin. Çi pêwîstiyên we hebe em amade ne”.

Lewra jî PKK heta niha tu kêmanî ji aliyê dagirkeran de nekirine û nakin. Niha jî dagirker û xalanên PKK dibînin ku başûrê kurdistanê dibe dewlet,loma  bi hemî hêz û qaweta xwe, bi zilamên xwe yên serçavê wan girêdayî êrîşê kurdistanê dikin da ku dewletbûna xwe ranegihînin.

Lê ev daxwaza dagirkerên me ya ku bi destê PKK didin meşandin wê di qirika wan de bimîne. Ji ber ku di demeke nêzîkd de kurdistana serbixwe tê ragîhandin.

Ji bona Kurdistaneke azad, aram û serbixwe çi lazim be divê pêşmêrgeyên qehreman wê bike. Yên te dikujin, gunde te vala dike, xelkê te li welatên wan dike koçber û tê bêdengê bimîne, ev nema dibe.

PKK bi hemî hêz û qaweta xwe li dij dewletbûna başûrê kurdistanê şer dikin û hê jî em bêjin ev brane, em dê şaşiyeke mezin bikin. Bra xaniyê brayê xwe bi ser wî û zarokên wî de hilnaweşîne, bira li talanên brayê xwe naxe. Bra destdirêjêya namûsa brayê xwe nake.Lê PKK çi dike???

Ji ber ku ji roja PKK hatiye demezrandin û heta niha wan tenha ji bona berjewendiya dagirkeran, xwe bi rêxistinî kirine, ji wan pere û çek girtine da ku kurd nebe xwedî dewlet û welatê xwe azad neke. Kesên zana û jêhatî di nava wan de nehêle. Wan dikuje û dide kuştin

Bi destê PKK bakurê kurdistanê û tevgerên wê hemî hatin temirandin ango têk birin, kesên mane çi rêxistin û çi jî sexs û sexsiyet hemî xesandinin ango bê deng kirine.(ji bilî hin îstîsnayan)

Li rojavayê Kurdistanê, wê pêl û hêza welatparêz hemî bi şerê PKK ango pyd têk birin. Welatparêzên wir weke yên li bakur dane kuştin, desthilatî bi alîkariya dagirkeran xistin destên xwe û agir li ser serê kurdên me yên welatparêz yên rojavayê kurdistanê pê xistin.

Li vê cîhanê tu rêxistineke, partiyeke ji bona azadiya gelê xwe kar û xebatê dikin an dikirin welatê xwe ne şewitandine, xelkê xwe ne kuştine. Lê PKK ji roja avabûna xwe û heta niha ev kar kirine ku kurd hêjayiyekê bi dest nexe. Yên bi dest jî xistibûn ji destê wan bi rêya PKK hate stendin ango ew jî têk birin…

Îro hêvî, bawerî, kêkxweşî û hesreta sed salan li başûrê kurdistanê weke findekê, mûmekê di şevreşa welatê me de li başûrê kurdistanê pê ketiye. Wir li ber dewletbûnê ye. Roja ragihandina dewleta kurdî li başûrê kurdistanê wê bibe tunekirina dagirkeran û hevalbendin wan

Ji ber vê ye niha dagirkerên me, rêxistina xwe ya bi navê PKK bi her awayî de dixwazin ew li hember başûrê kurdistanê şer bikin ku li wir aramî têk here da ku ew daxwaza dewleta serbixwe pêk neyê an dereng bixin.

Van tevger û helwesta PKK  niha pir bi zelalî û eşkere pêk tê. Her dixwazin şerekî mezin bixuliqînin da ku di vî şerî de kurdên bakurê kurdistanê hemiyan bikin dijminê başûrê kurdistanê. Divê kurd şiiyar bin û vê yekê, bizanibin û binasin…

Ji xwe damezrandina PKK yek jê jî ew bû ku ew bi her awayî û di her warî de li dij Barzaniyan tevbigerin û wan li berçavên kurdên bakurê kurdistan reş bikin. Ji ber ku dagirkerên me Barzanîyan baş nas dikin û li gor vê PKK ya xwe perwerde kirine

PKK di vê xebata xwe de hinekî bi serket û gelek ji kurdên bakurê kurdistanê niha ew jî weke PKK dijminatiya Barzanîyan dikin.Hin bi eşkereyî hin jî bi dizî.

Ji ber ku dagirkerên me baş dizanin heta ku Barzanî hebin, wê tekoşîna gelê Kurd berdewam be. Ew dizanin ku wê Dewleta kurdî bi destê Barzaniyan bê ragihandin.

Kurdno, şiyar bin, ji hemî karên xerab yên PKK re amade û hazir bikin. Bi hemî hêz û qawetên xwe li dij van helwestên PKK derkevin. Hûn dibin dewlet û PKK li gel xalanên xwe dê wenda bikin.

Kurdno xwedî li Barzaniyan derkevin. Kurdno axa xwe, hêjayiyên xwe biparêzin. Destketineke li başûr ya hemî kurdan e. Destketinek li kîjan perçî pêk bê ya hemî kurdan e. Kurdistan yek e vê ji bîr nekin.

Kurdno, xwe û welatê xwe biparêzin. Mil bibin Barzaniyan da ku zûtirîn demê dewleta kurdî bê ragihandin. Dema dewleta kurdî hate ragihandin, ev dibe têkçûna PKK û xalanên wan ango dagirkerên tirk û yên din hemiyan.

Di şert û mercên îro de divê hemî kurd bibin pêşmêrge û divê kesên ji welatê xwe hez dikin yên di nava PKK de jî êdî vê rastiyê bibînin û dev ji wan berdin. Îro ne dereng e lê sibê hûnê nikaribin vê jî bikin…

Divê êdî PKK yên fêdiyok jî helwestên xwe eşkere bikin, ya divê êdî bi eşkereyê li ba PKK cihê xwe bigirin ya jî li ser xeta neteweyî li dij wan derkevin. PKK yên fediyok, nebên qey em nayên naskirin, herkes we ango PKK yên fedîyok dinasin. Lê bêdengin heta roja wê bê.

Önceki ve Sonraki Yazılar