Necdet Gündem

Necdet Gündem

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

PKK DI XIZMETA DAGIRKERAN DE YE!

A+A-

Kurdistana Federe bi saya têkoşîna hêzên neteweyî hatîye damezirandin. Bi hezaran pêşmerge di vê têkoşînê de şehîd ketine. Hikûmeta Dewleta Federal bi hilbijartina gel hatiye ser hikûm. Kêm be jî demokrasiyek li Kurdistana Federe heye. Hikûmetek û parlamentoyekê xwe heye. Gelên li nav sînorên Dewleta Federe dijîn xwedî mafên xwe yên netewî ne, li parlamentoyê xwedî nûner in.

Sê roj berê PKK êrîş bir ser  pêşmergeyên ku watinîya xwe li Duhokê, navça Amedîyê li çîyayê Metîna bi cîh dianî. Roja yekemin pênc pêşmerge şehîd bûn heft pêşmerge birîndar bûn. Dotira rojê ji birîndaran pêşmergeyekî din şehîd bû. Îro jî li Zaxoyê PKK êrîşî pêşmergeyan kir û pêşmergeyekî şehîd bû.

Du roj berê Îttîfaqa Yekîtîya Netewî ku ji keldanî, sûryanî, asûrîyan pêk tê li Erbîlê civînek kirin û di vê civînê de daxwaz kirin ku PKK û Tirkiye şerên xwe li herêma Kurdistanê nekin, xwe ji Kurdistan û îraqê vekişînin.

DYA, Almanya, Fransa û dezgehên cûda êrîşên PKK şermezar kirin.

Berê her tiştî min divê bêjim ku tu mafê PKK tûneye ku li nav sînorên Herêma Kurdistana Federe  tevbigere, alozîyan derxe. PKK ne rêxistineke ji Kurdistana Federe ye.

Kurdistana Federe ne qada şerê PKK û Tirkiyê ye. Herdû hêz jî weke ku peyman bi hev re kiribin dixwazin Kurdistana Federe têk biçe. Bi saya şerê çekdarî ya PKK Tirkiye derfet bi dest xist, bi hêz û rêxistinên alîgirê xwe ketin Kurdistana Rojava. Niha jî dor hatiye Kurdistana Federe. Herdu hêz jî bi lîstikên xwe yên lihevkirî dixwazin li Kurdistana Federe provakasyona pêk bînin.

Kurdistana Federe ronîya çavê me ye. Divê her kurdê neteweperwer û demokrat piştgirîya xwe ji bo wê nişan bide. Divê partîyên me yên sîyasî bi yekdengî helwesta xwe li hember PKKê deynin, terora wan şermezar bikin. Divê daxwaz bikin ku PKK ji Kurdistana Federe derkeve.

PKK helwesta xwe bi eşkere beyan kir; naxwaze dewleteke kurda hebe. Dewletbûna kurda ne li gor berjewendîya PKK ye. PKK li gor berjewendîya dagirkeran hereket dike ji ber ku dewletên dagirker ku PKK taşeronîya wan dike  dewletbûna kurda naxwazin.

Istenbol, 09.06.2021

Necdet Gündem 

Önceki ve Sonraki Yazılar