Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

PKK Başûrê Kurdistan Tehdît Dike!

A+A-

Endamê Konseya PKK Duran Kalkan, destkevtinên Başûrê Kurdistan tehdît kir û dibêje; 


“Bila kes nebêje 'me Başûrê Kurdistanê rizgar kir, bila parçeyên din dûrî me bin û em li vê derê bi rehetî bijîn'. Jiyaneke bi wî rengî nîne. Heta ku li Bakur, Rojava û Rojhilat Kurdîtî bê qirkirin, dê Başûr nikaribe bi rengekî azad bijî. Ev yek nepêkan e. Yan em ê hemû bi hev re azad bin, ya jî kes wê ne azad be.”(!)


Heta niha berpirsiyar û berdevkên PKKê di her daxuyanîyên xwe de eşkere kirine ku; 
“Em dijî dewletek Kurd û Kurdistanî ne. Ev ala ku Başûrê Kurdistan wek ala Kurdistan bikar tîne, ne ala me ye. Dewlet tiştekî pir xerabe û divê Kurd nebin xwedî dewlet, Kurd doza dewletê nekin. Em ji bona Tirkîyek demokratîk kar dikin, doza me ne dewlete. Ji bona Surîyeke yekgirtî û demokratîk, ji bona İraqek yekgitî em dixebitin. Me ticarî perçekirina van sînoran ji xwe re nekirîye armanc…Wd.“


Tevgerek ku li gor vê stratejîyê tevbigere, çawa dikare bêje:”Başûr nikaribe bi rengekî azad bijî. Ev yek nepêkan e. Yan em ê hemû bi hev re azad bin, ya jî kes wê ne azad be.”(!)


Armanca PKK ne Kurdistanek yekgirtî, azad û serbixwe ye. Min li jor stratejîya PKK û hedefên PKK ji devê berpirsiyar û berdevkên wan anîye ziman. Tevgerek ku li  dijî dewletbûnê be, sînorên çar dewletên dagirker biparêze û eşkere bike ku; “armanca me ne perçekirina sînorên van dewleta ye“,(!) Çima wê Başûrê Kurdistan bi merama ku; “heta rojava, rojhilat û bakurê Kurdistan qirbibe, başûr nikare azad bijî.“?


Di vî mejîyê PKK de seqetîyek mezin heye! Di deryakê de keştî binav dibe û hinek hewla ku xwe azad bikin didin. Mejîyê PKKê dibêje tikes bi serê xwe nikare azad bibe. Ya em ê hemû bihev re, yan jî tikes rizgar nabe. Divê em bihev re bimrin.“(!)


Rewşa herî beşî bi serê xwe taybetîyeke.


Her beşekî Kurdistanê, xwedîyê dîrok û berxwedanên taybet in. Her beş li ser vê dîrokê xwedî destkevtinên sîyasî ne. Şert û mercên herêma ku Kurdistan têde wek axek stratejîk cîh girtîye, bi xwe re fersendên taybet jî ji beşan re derxistîye holê. Beşên ku bi van fersendan re bi rûbirû bûne, ev fersend ji xwe re bikar anîne. Yek ji van beşan Başûrê Kurdistan e. Destkevtinên Başûrê Kurdistan, li ser bingeha bexwedana 200 salî, li ser dîrokek tije jenosîd û enfalan hatîye avakirin. Mudaxaleya navdewletî a ser dewleta İraq, fersendek dewletbûnê ji başûrê Kurdistan re peyda kirîye. Îro Başûrê Kurdistan vê fersendê bi kar tîne. Xwedî xakek azad û bingehek demokratîk û herêmek aram e. 


Beşê din Başûrê Rojavayê Kurdistan e. Bi şerê Sûrîye yê navxwe re fersendek ji Başûrê Rojavayê Kurdistan re derket holê. Wek defakto beşek axa vî beşî ket destê hinek ji rêveberên Başûrê Rojavayê Kurdistan. Bi saya piştgirîya Hêzên Hevpeymanan û bi taybet jî Emerîka, îro beşek ji vê axê, wek herêmek defakto di destê beşek ji kurdan de ye. 


PKK Başûrê Kurdistan û axa azad tehdît dike û dibêje; “Nabe ku beşên din di bin qirkirinan de bin û hun azad bijîn“(!) Lê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, pesnê „destanên kantonan û biratîya gelan dike!“


PKK divê baş bizanibe ku bi dijminatîya başûr, nikare pêşî li dewletek Kurd û Kurdistanî bigire. Bi çîrokan ji xwe re sebeban peyda neke. Di mejîyê berpirsiyar û berdevkên  PKK de ne çar perçe Kurdistan, ne dewletek yekgirtî û Kurdistanî nemaye. PKK, tevgerek, ku bi sedan tevgerên îstîhbaratan di nav de cirîda davêjin û ji bona berjewendîyên xwe, wek tevgerek taşaron bikar tînin. Di hedefa vê destdirêjîya PKK de binpêkirina destkevtinên Kurd û Kurdistan heye. Ti armancek doza Kurd bi PKK re nemaye. Tenê enerjîya Kurdan, zarokên kurdan ji bona berjewendîyên xwe yên hizbî bikar tîne. Ev Li Bakûrê Kurdistanê, di şerê xendekan de jî pir zelal derket ber me. Îro, tê bîra çend kesan ku “PKK programa Xweserîya Demokratîk“ îlan kir û bû sebeb, ku bi hezaran Kurd hatin kuştin, malên kurdan bi ser serên wan de hat hilweşandin û bi rojan mirîyên kurdan li kuçan bêxwedî man! 


Ka xweserîya Demokratîk li ku ma? Çima PKK carek din bahsa wê nake?

 


Kurdistan; ne tenê welatekî ku di navbera çar dewletan de hatîye parvekirin û bûye kolonîyek navnetewî û navdewletî! Kurdistan, wek mêjî jî hatîye perçekirin û  di warê netewî de jî, ji hev dûr ketîye. 
Hest û helwesta netewî, doz û daxwazên netewî, bûne qurbana daxwaz û berjewendîyên hizbî, partîzanî û şerê wekaletê. Tevgerên taşaron, li ser axa Kurdistan cirîda davêjin. 


Bi destê siyaseta PKKê, beş, bûne dijminên beşan û hest li ser dijminatîya beşê din hatîye avakirin. Ev jî, nexweşîyên mezin, pirsgirêkên mezin derxistine pêşberî siyaseta netewî a navendî. 


Her partîya ku ji beşekî, dest avêtibe beşê din; ew beş ji bona xwe, ji bona beşê ku lê xurt bûye, bikar anîye û kirîye qurbana îdeolojîya xwe. Li ser navê "Kurdistanek hevgirtî" dest dirêjî beşê din kirîye û bi salan enerjîya wî beşî, ji berjewendîyên tevgera xwe re, ji bona bihêzkirina tevgera xwe xerc kirîye.


PKK, bi salane enerjîya Kurdistan, dînamîkên Kurdistan ji bona bihêzkirina PKK bikar tîne. Bihêzkirina PKK ne bihêzbûna tevgera Kurd e. Bi hêzbûna PKK, hêzkirina astengên pêşîya doza Kurd û Kurdistan e.
25.07.2019
 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin