” ’Piştmala’ me hebûna dê kurd di ewleyîyê de bûna”

” ’Piştmala’ me hebûna dê kurd di ewleyîyê de bûna”

Salih Ince kitêbek bi navê ’Tarihsel Sürecın Işığında Kürdistan-Türkiye ilişkileri’ nivîsandîye li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî ev kitêba xwe da nasandin

A+A-

Serokê yekem yê Komeleya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û Serokê yekem yê Weqfa Çanda Kurdî li Stockholmê Salih Ince kitêbek bi navê ’Tarihsel Sürecın Işığında Kürdistan-Türkiye ilişkileri’ (Di ronahîya pêvajoya dîrokî de têkilîyên Kurdistan-Tirkiye) nivîsandîye û di 2.12.2017 li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî ev kitêba xwe da nasandin. Û li ser naveroka wê hinek minaqeşe hat kirin.

Înce, berê hin beşê vê kitêbê bi navê S. Ferman ’Li Kurdistanê feodalîzm’ di kovara Bergehê de di sala 1989 ê  de çap kiribû, û di nasandina naveroka kitêbê de ji mîrekiyên Kurdistanê heta referandûma Kurdistanê dike û piştî referandûmê sebebê têkçûna kurdan dike.

Di bahsa Mîrekîyan de zêdetir li ser  Mîrekîyên Baban û Bedlîs radiweste û bahsa strûktura wan dike. Di Mîrekîya Baban de bi navê ‘Piştmala’ rêxistineka leşkerî ya taybet hebûye ku Begê Babanê parastîye ku di dema me ya îroyîn de ew dişîbe Mihafiz Alayên Serokomarîyê ku di gelek welatan de heye.

 Ince di kitêba xwe de bahsa serîhildanên dema Osmanîyan û Komara Tirkiyeyê jî dike. Abdurrehman Paşa gotîye; ew dikare zora Osmanîyan bibe ev ji bo wî ne zahmet e, lê tirsa wî ew bûye ku yekî ji malbata wî derxînin hemberî wî.

Ince, bahsa serîhildana Şêx Seîd, Agirî û Dersîm dike. Di serîhildana Agrîyê de bahsa Biroyê Heskê Têlî dike ku ew gelek bawarî bi tirkan anîye, heta beşdarî şerê li dijî Rûsa bûye û wexta bihîstîye ku dewlet di derheqî wî de jî biryara sirgunê derxistîye ew bawerî bi vêya neanîye lê wexta rastîye dîtîye derketîye serê çîyan.

Herweha di kitêba xwe de Salih Ince bahsa serîldana Şêx Seîd dike û dîtinên xwe dispêre bîranînên Osman Sebîr û dibêje; serîhildan bi provakasîyonekê bêwext destpêkir, Şêx Seîd nedixwest serî hilde heta dixwest terka welêt bike. Lê wê demê mişkuleya Salih Begê Hênê bi dewletê re hebû û ew birayê xwe Mistafa Beg çûne ber Şêx Seîd û ew îqna kirine. Li gorî Osman Sebrî; Salih Begê Hênê yekî zana û gelek bi şexsîyet bûye û Şêx Seîd ketîye bin tesîra wî û dest bi serhildanê kiriye. Û dema hêza Şêx Seîd burcên Diyarbekirê dorpêç dike û nakeve hundirê bajêr sebaba vê yekê jî Osman Sebrî dide nîşandan ku; Mahmûd Begê lawê Mistafa Begê Hênê li Hepisa Diyarbekirê girtî bûye, ger zirarekê bigihîştina bajêr, Tirk dê lawên wî bikuştana. Bi vî hawî ji bo kesekî xelas bikin dev ji welêt berdan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin