Piştî teqîna li Minbicê: Senatorên Demokratan ji vekişînê nerazî ne

Piştî teqîna li Minbicê: Senatorên Demokratan ji vekişînê nerazî ne

Piştî teqîna Minbicê, ku di encama teqînê de nêzîkî 20 kes hatin kuştin, ku 4 ji wan serbazên Amerîkayê bûn, hejmarek senatorên Demokratan rexne li biryara Donald Trump a li ser vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê digrin.

A+A-

Senatorên Demokratan ên Amerîkayê hişyariya wê yekê didin ku vekişîna ji Sûriyê metirsî li ser xelkê sivîl û hêzên Kurdî çêdike.

 

Senator Dick Durbin dibêje: “Daxuyaniya serok a li ser vekişîna 30 rojan ji Sûriyê bilez û metirsîdar e; ji bo gelek kesên bêtawan metirsîdar e, di nav wan de jî hêzên Kurdan ku mil bi milê Amerîkayê di demeke dûr û dirêj de li dijî terorê şer kirin. Divê em vê yekê bi awayekî jîrane encam bidin daku em ji wê yekê bawer bikin ku dema em li Sûriyê nebin, rewş ji bo wan xelkên ku hevpeymanên me bûn, xirabtir nabe.”

 

Senatorekî din ê ji Demokratan Richard Blumenthal dibêje: “Ev trajediya ku di qada şer de diqewime, wê yekê nîşan dide ku stratejiya Amerîkayê tine ye, plana wê tine ye û rêyeke wê ya rast li ber wê tine ye. Ji ber tinebûna rê û stratejî li Sûriyê, metirsiya li ser hêzên me zêdetir dibe. Ev vekişîna bilez a bêyî plan û stratejî, hêzên me dixe metirsiyê. Ev trajediya îro jî di rastiyê de nîşandera tinebûna stratejiya baş yan planek e derbarê siberojê de ku pêwîst e were çareserkirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin