Piştî serbestberdana Brunsonî dolar firiya

Piştî serbestberdana Brunsonî dolar firiya

Piştî serbestberdana Keşayê Amerîkî Adrew Brunsonî, nirxa dolara ku van rojan hinekî daketibû dîsa zêde bû. Dolara ku heta 5.83an daketibû piştî biryara serbetberdana Brunsonî dîsa ji 5.9an derbas bû.

A+A-

Çavlirê bû ku îro di danişîna Burunsonî de biryara serbestberdana Brunsonî derkeve û wisa jî pêk hat.

Piştî biryara serbestberdana Keşayê Emerîkî Andrew Brunsonî nirxa dolar/TLyê ku van rojan dadiket, dîsa bilind bû.

Dolar/TLya ku beriya biryara dadgehê, 5.85 bû piştî biryara serbestberdana wî, firiya û ji 5.9an jî derbas bû.

Li aliyekî din Serokê Amerîkayê Donald Trumpî li ser Keşa Brunsonî twîttek nivîsî.

Piştî biryara serbestberdana Brunsonî, Trumpî li ser hesaba xwe ya twitterê got: "Em li ser bûyera Pastor Brunsonî gelekî zêde dixebitin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin