Piştî ENKSê PYNKê jî bersiva banga Mezlûm Ebdî da: Ji bo lihevkirina giştî hindik maye!   

Piştî ENKSê PYNKê jî bersiva banga Mezlûm Ebdî da: Ji bo lihevkirina giştî hindik maye!  

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser rawestandina diyalogên Kurdî-Kurdî yên navbera Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) doh 28ê Adarê bang li herdu aliyan kiribû ji nû ve vegerin dîyalogê.

Ebdî bang li ENKS û PYNKê kiribû ku vegerin danûstandinan û destnîşan kiribû, rêkeftina navbera aliyên kurdî stratejîk e û mijara vegera Peşmergeyên Roj jî di çarçoveya Peymana Duhokê de tê çareserkirin.  

Li ser vê bangê Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela gotibû, “Banga Mezlûm Ebdî ya ji bo destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê erênî ye û ew hêvî dikin, ev daxuyanî dawiyê li nakokiyên di navbera ENKS û PYNKê de bîne.

Mela dabû zanîn ku ew hêvî dikin bi van daxuyaniyên Mezlûm Ebdî rûpeleke nû di navbera ENKS û PYNKê de vebe û herdu alî bi rihê birayetî kar bikin.

PYNKê  jî îro 29ê Adarê bi daxuyaniyekê pêşwazî li banga Mezlûm Ebdî kir û diyar kir, hindik maye ew bigihîjin lihevkirineke giştî û destnîşan kir, “Serkeftina diyalogê ji bo doza niştimanî û netewî stratejîk e.”

Di daxuyaniya nivîskî ya PYNKê de hat gotin, "Tevî hemû astengî û zehmetiyên ku di vê qonaxê de rastî me hatine jî, lê belê di diyalogên PYNK û ENKSê de li ser gelek mijaran lihevkirin çêbû.”

PYNKê diyar kir, hindik maye ku bigihîjin lihevkirineke giştî ku di encamê de lêvegereke kurdî ya bilind û giştî û di biryara siyasî de serbixwe, derkeve holê û hêvî û xewnên gelê Kurd û doza wî ya adil li qada neteweyî û navneteweyî, temsîl bike.

PYNKê diyar kir ku ew pabendî lihevkirinên berî niha ne û di heman demê de bang li hemû hêzên kurdî, kurdistanî, neteweyî û hevalbend dikin, ji bo piştgiriya diyalogên PYNK û ENKSê hewldanan bikin û bang li dezgehên çapemeniyê yên kurdî jî hat kirin ku her du aliyan nêzî hev bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin