Piştî Çînê rojnamegerên girtî herî zêde li Tirkiyeyê ne

Piştî Çînê rojnamegerên girtî herî zêde li Tirkiyeyê ne

,

A+A-

Li gorî rapora Komîteya Parastinê ya Rojnamegeran(CPJ) li tevahîya cîhanê herî kêm 274 rojnameger ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî di girtîgehan de ne.

Komîteya Parastinê ya Rojnamegeran(CPJ) rapora xwe ya sala 2020an bi ser nava “ Li tevahiya cîhanê hijmara rojnamegerên di girtîgehê de ne di asta rekorê de ye” belav kiriye. Di raporê de hatiye diyarkirin li piştî Çînê rojnamegerên ku ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî hatine girtin herî zêde li Tirkiyeyê ne.

Rapor Elena Beîserê amade kiriye û li gorî raporê ji 1ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an pê ve 274 rojnameger ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî hatine girtin. Ev hijmar di sala 2016an de 272 bû.

Li DYAyê 300 rojnameger rastî êrişê hatine

Li Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) di sala 2020an de 110 rojnameger hatine girtin ango ketine teqîbata cezayî. Di heman deme de nêzîkî 300 rojnamegerî rastî êrişê hatine. Li gor raporê piranîya êrişan hêzên ewlekariyê kirine.

Li Çînê 47 rojnameger girtî ne

Li gorî raporê li Çînê 47 rojnameger di girtîgehê de ne. Gelek ji wan bi cezayên demdirêjî hatine mehkûmkirin. Hinek jî li Herêma Xweser a Ûygûr Sîncanê bi awayekî bêsûc hatine girtin.

Li Misirê rojnamegerê ku ji ber nûçeya Covîd-19ê hatibû girtin, miriye

Li gorî raporê li Misirê 27 rojnameger di girtîgehê de ne. Rojnamegerê bi navê Muhammed Monîr, piştî ku li 26ê Gulanê di hevpeyvînek û di 14ê Hezîranê de di nivîseka xwe ya ku di El Cezîreyê de hatiye belavkirin, polîtîkayên hukumetê yên derbarê Covîd-19ê rexne kiriye, di 15ê Hezîranê de bi sûcên endamtiya rêxistina Terorê û belavkirina nûçeyên sexte hatiye girtin. Monîrî piştî ku li Girtîgeha Toraya Kahîreyê  bi Covîd-19ê dikeve, di 2ê Tîrmeh de hatiye berdan û di 13ê Tîrmehê de li Nexweşxaneya Gîzeyê miriye.

Li Hondûrasê rojnamegerek di girtîgehê de ji ber nexweşiyê miriye

Li gorî raporê rojnamegerê bi navê Davîd Romero, hemwelatiyê Hondurasê, rêvebirê Radyoya Globo û Globo TVyê bi sûcê ku derew avitiye sitûyê dozgerekî kevin 10 sal cezayê girtîgehê jê hatiye birîn. Romeroyî di girtîgehê de bi Covîd-19ê ketiye û di 18ê Tîrmehê de miriye.

Askarov, xwediyê Xelata Azadiya Çapemeniyê di girtîgehê de miriye

Li gorî raporê Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî , CPJ û rêxistinên mafparêz bi salane banga serbestberdana Askarov ji rayedarên Kirgizistanê dikin. Azîmjon Askarov li Kirgizistanê cezayê girtîgehê yê heta hetayî lê hatiye birîn. Azîmjon Askarov Xelata Azadiya Çapemeniyê ya Navneteweyî girtîbû. Askarov di nava sala 2020an de li girtîgehê miriye.

Li Belarûsê ji 2014an pê ve cara yekeme rojnameger tên girtin

Li gorî raporê ji 1ê Kanûna Pêşiyê pê ve 10 rojnameger di girtîgehê de ye. CPJyê destnîşan kiriye ku wan ji 2014an pê ve cara yekeme li wî welatî rojnamegerê girtî tespîtkirine.

Li Tirkiyeyê 37 rojnameger di girtîgehê de ne

Li beşa Tirkiyeyê ya raporê de hatiye diyarkirin ku tevahîya rojnamegerên k udi girtîgehê de ne di kategorîya sûcên li dijî dewletê de cîh digirin.

CPJê di raporê de destnîşan kiriye ku li Tirkiyeyê 37 rojnameger di girtîgehê de ne. Li gel vê girtina rojnameger û parêzeran hê didome.

CPJyê di raporê de girtina herî kêm sê rojnamegerên Ajansa Mezopotamyayê  bibîrxistiye û gotiye, “Ji vana yek Cemîl Ûgure ku di nûçeya xwe de îddia kiriye personelên leşkerî işkence li du gundiyan kiriye û ji helîkopterê avêtine û di encamê de gundiyek miriye.”

Li Îranê rojnamegerek hatiye îdam kirin

CPJê di raporê de ragihandiye ku di 1ê Kanûna Pêşiyê pê ve li Îranê 15 rojnameger di girtîgehê de ne. Di 12ê Kanûna Pêşiyê de jî rojnameger Rûhûllah Zemî hatiye îdam kirin. Zemî di malpera înternetê û kanala Telegramê de nûçeyên rexneyî yên derbarê rayedarên Îranê de belav dikir.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin