Piştî cejnê emê bi Wezareta Berevaniya Iraqê re dest bi gotûbêjê bikin

Piştî cejnê emê bi Wezareta Berevaniya Iraqê re dest bi gotûbêjê bikin

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl, îro bi helkefta cejna Qurbanê serdana çeperên Pêşmerge kir û cejna Qurbanê li pêşmergeyên pîroz kir.

A+A-

Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ragihand, piştî cejna Qurbanê dê bi rayedarên Iraqî re dest bi gotûbêjê bikin bo tijîkirina wê valahiya ku li deverên Kurdistanî çêbûye.

Wezîrê Pêşmerge, Şoriş Îsmaîl, îro bi helkefta cejna Qurbanê serdana çeperên Pêşmerge kir û cejna Qurbanê li pêşmergeyên pîroz kir.

Piştî pîrozbahiyê, Wezîrê Pêşmerge daxuyanî da rojnamevanan û ragihand, rêxistina DAIŞê dîsa aktîf bûye ew jî ji ber wê valahiyê ye ku li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê heye.

Şoriş Îsmaîl her wiha da zanîn, piştî cejna Qurbanê dê bi rayedarên Iraqî re li ser çawaniya tijîkirina wê valahiyê dest bi gotûbêjê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin