Piştî biryara berdanê Muslîm axivî: Nikarin gelê kurd bêdeng bikin

Piştî biryara berdanê Muslîm axivî: Nikarin gelê kurd bêdeng bikin

Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim du roj berê li paytexta Çekyayê bajarê Pragê hatibû desteserkirin û piştî ku îro hate berdan ragihand: “Hiqûq û prensîbên Ewropayê hene. Her kes ne di bin emrê Tirkiyê de ye.”

A+A-

Salih Muslim ku li Pragê hatibû desteserkirin û piştî du rojan derket pêşberî dadgehê, îro ji aliyê dadgehê ve hat berdan.

Muslim bi rêya telefonê ji Medya Haberê re axivî û pêvajoya desteserkirina xwe nirxand.

Salih Muslim biryara girtinê ya Tirkiyê ya derbarê wî de bi bîr anî û got:

“Derbarê min de beriya niha biryara girtinê hatiye derxistin. Bi rêya darizandinê biryara girtinê hat dayîn. Em derketin pêşberî dadgehê. Tiştekî bi vî rengî nabe çêbe. Ez welatiyê welatekî din im. Dadgehê jî li ser vê rastiyê ez berdam.”

Muslim herwiha got: “Em ji her kesî re gelek spas dikin. Em hemû yek in. Ji bo Efrînê em herî zêde li welatên Ewropayê hevdîtinan pêk tînin, hewl didin ku me bêdeng bikin. Bi ser neketin. Hiqûq û presîbên Ewropayê hene, her kes ne di bin emrê Tirkiyê de ye. Nikarin gelê Kurd bêdeng bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin