Piştî 28 salan bi kurê xwe şa bû lê temenê wê têrî nekir

Piştî 28 salan bi kurê xwe şa bû lê temenê wê têrî nekir

Semîha Tugan ku piştî 28 salan gihiştibû kurê xwe, koça dawî kir.

A+A-

Semîha Tugan ku piştî 28 salan gihiştibû kurê xwe, koça dawî kir.


 

Semîha Tugan a 73 salî, ku kurê wê Serhat Tugan piştî 28 salan ji girtîgehê hatibû berdan, koça dawî kir.


 

Serhat Tugan di temenê xwe yê 16 salî de ji aliyê Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê ve, bi tohmeta ‘endamtiya rêxistina terorê’ hatibû girtin û du meh berî niha, piştî 28 salan ji zîndana Wanê hatibû berdan.


 

Dayika Serhat Tugan, Semîha Tugan jî ku bi dîtina kurê xwe piştî bi dehan salan kêfxweş bûbû, tenê du mehan li gel kurê xwe ma û di temenê xwe yê 73 saliyê de koça dawî kir.


 

Kurê Semîha Tugan yê bi navê Ferhat Brûsk Tugan ku rojnamevan bû, 5ê Hezîrana 2016an li Fransayê canê xwe ji dest dabû. Termê Semîha Tugan jî li goristana Kêlî Keska ya li taxa Merzan li tenişta gora kurê wê Ferhat Tugan bi xakê hat spartin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin