Piştî 10 salan Wezîrê Derve yê Îmaratê serdana Sûriyê kir

Piştî 10 salan Wezîrê Derve yê Îmaratê serdana Sûriyê kir

.

A+A-

Piştî 10 salan, Wezîrê Derve yê Îmaratê Şêx Ebdella Bin Zayid Al Niheyyan serdana Şamê kir û Serokomarê Sûriyê Beşar Esed pêşwazê li Şêx Ebdella Bin Zayid Al Niheyyan kir.

Ofîsa Serokatiya Sûriyê ragihand ku serokomarê wî welartî Beşar Esed pêşwazî li Wezîrê Derve yê Îmarata Erebî ya Yekbûyî, Şêx Ebdella Bin Zayid Al Niheyyan kiriye, ku ligel wî jî, Wezîrê Dewletê li Wezareta Derve ya Îmaratê, Xelîfe Şahîn û çend berpirsên din gihiştin Şamê.

Li gorî zanyariyên Serokatiya Sûriyê, di vê serdanê de herdu aliyan hejmarek ji mijaran gotûbêj kirin, ji wan jî: Pêwendiyên dualî di navbera Îmarat û Sûriyê de, herwiha pêşxistina hevkariya dulaî di hemû warên cihê guhdana hevbeş de, bi taybetî di warê xurtkirina hevbşiyên weberanînê de.

Heman çavkaniyê nîşan bi wê yekê daye ku, di hevdîtinan de, Serokomarê Sûriyê tekezî li ser pêwendiyên xurt, di navbera Sûriye û Îmaratê de, kiriye û pesnê helwestên Îmaratê jî daye, ku "helwestine rast bûn", ligorî ragihandina Serokatiya Sûriyê.

Şêx Ebellda Bin Zayid jî tekezî li ser piştgiriya Îmaratê kiriye, ji bo erkên sergamgîrî û aramiyê li Sûriyê, û behsa bandora rewşa Sûriyê li ser hemû welatên Erebî kiriye.

Bi sedema krîza Sûriyê, piraniya welatên Erebî, di dema van 10 salan de, pêwendiyên xwe ligel Sûriyê qut kiribûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin