Piştgirîya serxwebûna Kürdistanê bikin

Piştgirîya serxwebûna Kürdistanê bikin

Xelil Sipan

A+A-
 
Îran, Tirkîye, Iraq û Sûriye di Rojhilata Navîn de, bûne kela xwîn rijandinê û xêncî hovîtîyê tu tiştî fêm nakin û roj bi roj hovîtîya wan zêde dibe û rûyê wan ê qirêj dertê holê. 
 
Derketina DEAŞê, ne hasthatinek bû û destê çar dewletên dagirker di navdabû.
Armanc û planên wan yên qirêj hemû li hemberê gelê Kurd û Kurdistanê bû. Lê planê wan ê qirêj serî negirt, bi Qehremanî û bi fedekarîyan Kurdan ve têk çû. Rojekî jî dawîya wan ê, wê wek DEAŞê bibe û ew roj ne dûrin...
Rêxistinên Kurdistanê, divê hemberê dewletên dagirker, bibin yek rêz. Bi têkilî û polîtîkayên pişt danîna dagirkeran ve sîyaset kirin, êdî ji dervayê xirabîyê û xîyanet ji bo Kurd û Kurdistanê tu qezenceke wî nîne.

Rewşa Başûr û Rojavayê Kurdistanê li holê ye.
Îro tu mecbûrîyeteke rêxistinên Kurdan nîne ku pişta xwe bidin dewleteke dagirker û "şerê" dewleteke din bikin...Ev polîtîka di dîroka Kurdistanê de tu feydeke wî ji bo gelê Kurd û Kurdistanê çênebûye û îro jî xêncî zirarê tu feydeke wî ji bo gelê Kurdistanê nîne.

Li Bakûrê Kurdistanê hinek tevge
rên Kurdan di referandûma Tirkan de piştgirî dan Erdogan.
Bi mehan li benda referandûmê bû ku dawîya referandûmê de, dixwestin partîya xwe ya li gorî yasayên Tirkan ava bikin. Li mixabin, xelata wan, di alîyê Wezîrê Karên Hundir de, tenê derî li ser wan de girtin û bû para wan...Bi dagirkeran re tu çar dostayî nabe û divê Kurd vê yekê êdî fêm bikin...
Dostayî bi wek hevî ve dibe...Gelekî ku welatê wî hatibe dagirkirin, wê çawa bi dagirkeran re bibe dost ?...An jî dagirkerên çawa bibin dost ?...
 
Li Başûrê Kurdistanê pêvajoya serxwebûna Kürdistanê ketîye ser rêya pîroz û roj bi roj piştgirîyên netewî û navnetewî xurt dibe. 25 ê ilonê de, divê hemû kesên azadîxwez, peşverû û demokrat piştgirîya serxwebûna Kürdistanê bikin.

Serxwebûna Kurdistanê di Rojhilata Navîn de, wê rêyekî nû ji bo demokrasîyê û mirovatîyê vebike û Kurdistanêke serbixwe nabe modêlekî wek dewletên dagirker, dîktator û totalîter...
Îro nîqaşên ku di nav rêxistinên Başûrê Kurdistanê de, ku tên kirin ne hemû bê wete ne û pirsgirêkên di navberên Kurdan de divê bi rêya diyalogan ve çareser bibe. Mêjîyên ku hêjî li gorî ideolojîyan li polîtîkayê dinhêrin û fêm kirina wan û pêvajoya sîyasî gelek zore û dijware...

Di Rojhilata Navîn de tu tişt wusa bi hêsanî ve pêşve naçe û nayê guhertin. Dêvê em Kurd êdî dest ji wan şablonê îdeolojîyên kevin berdin. Li gorî perjewendîyên netewî û guhertinên navnetewî, Kurdên Bakurê Kurdistanê, divê vê pêvajoya nû êdî bibînin.
Herwiha, sîyasetekî nû ji bo Bakûrê Kurdistanê wek nan û av êdî pêwist e !
 
 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin