Piştgiriya Peşmerge wê berdewam bibe

Piştgiriya Peşmerge wê berdewam bibe

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi berpirsê Nivîsgeha Hevkariya Asayişê ya Balyozxaneya Amerîka li Iraqê general Bradley Baker re civiya.

A+A-

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi berpirsê Nivîsgeha Hevkariya Asayişê ya Balyozxaneya Amerîka li Iraqê general Bradley Baker re civiya. Bi boneya bidawîbûna erkê wî nasandina cîgirê wî general Sean Jenkins li Konsolxaneya Amerîka, serdana Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de, bernameya berdewamiya rahênan, perwerdekirin û dabînkirina pêwîstiyên eskerî ji hêzên Pêşmerge re hatin gotûbêj kirin.

Herwiha di wê hevdîtinê de encamên hilbijartinên 12ê Gulana bûrî yên Iraqê jî hat axaftin, di wî warî de Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya pêkanîna hevpeymaniya Kurdistanê di navbera tevahiya aliyên Kurdistanê da û ragihand, bi pêkanîna fraksiyona hevpeymaniya Kurdistanê dikare berevaniyê li mafên Kurd bike.

Derbarê yasaya parlemantoya Iraqê li hember encamên hilbijartinan, Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku, Herêma Kurdistanê ne li dijî hejmaretina dengan bi destan e û nîgeraniya xwe jî li hember redkirina dengdana taybet li Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand, ev hewleke siyasî li dijî Herêma Kurdistanê ye.

Li ser mijareke din ya civînê de guftûgo li ser bernameya çaksaziyê û rêkxistina karûbarên Wezareta Pêşmerge hatin kirin. Ji aliyê xwe ve general Bradley Baker ragihand, Nivîsgeha Hevkariya Asayişê di çarçova stratejiya Asayişa Herêma Kurdistanê û serperiştiya bernameyê de, di piştevanî û berçavgirtina beşê dadwerane ya alîkariyan bo hêzên Pêşmerge de berdewam dibe. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin