Pisporên yasayên navdewletî gef û êrîşên Tirkiyê red dikin

Pisporên yasayên navdewletî gef û êrîşên Tirkiyê red dikin

.

A+A-

Pisporên yasayên navdewletî ji Cizîr a Rojavayê Kurdistanê gef, kiryar û êrîşên Tirkiyê li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, li dijî yasaya navdewletî dibînin û ji Rûdawê re behsa helwest û nerîna xwe dikin ku ev kiryarên Tirkiyê binpêkirina qanûnên navdewletî ne.

Rewşa ewlehî, leşkerî û mirovî li seranserê Rojavayê Kurdistanê û bakur Rojhilat û rojavayê Sûriyê, ji Dêrikê heta Efrînê, roj bi roj aloztir dibe. Her wiha gef û êrîşên Tirkiyê li dijî wan navçeyan bêhtir dibin.

Şarezayê yasanas Komîteya Qanûnî ya Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Ridwan Sîdo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa gef û êrîşên Tirkiyê kir û diyar kir ku ji aliyê yasayên navdewletî ve kiryarên Tirkiyê binpêkirina yasayên navdewletî ne û bi piranî kesên sivîl dibine armanc û qurbanî.

Endamê Komîteya Qanûnî ya ENKSê Ridwan Sîdo got, “Li gorî yasaya navdewletî, li gor peymanên navdewletî yên mafên mirovan dewleta Tirk û grûpên çekdar, tawanên cengî, tawanên dijî mirovahiyê bikar tînin li ser kesên sivîl. Ji aliyê din ve civaka navdewletî jî bêdeng e, kêmasî kirine. Ew jî ji tawanên şer yên dewleta Tirk berpirsyar in ku beşeke ji civaka navdewletî. Di NATOyê de ji van civaka navdewletî dihat xwestin li dijî dewleta Tirk derkevin ku pabendî qanûnên navdewletî bibe.”

Qanûnnas û Serokê Nivîsîngeha Pêwendiyên Giştî ya Kombûna Sûriyeya Yekbûyî ji Qamişlo Ebdulfettah Elhewwaş, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li gorî yasayên navdewletî nabe dijminkarî li dijî dewletên cîran bê kirin û ji Neteweyên Yekbûyî tê xwestin, bi biryareke yekalîker van gef û êrîşan rawestîne û rêxistinên navdewletî bi erkê xwe rabin.

Serokê Nivîsîngeha Pêwendiyên Giştî ya Kombûna Sûriyeya Yekbûyî Ebdulfettah Elhewwaş anî ziman, “Siyaseta Tirkiyê û rejîma Erdogan hemû yasayên navdewletî binpê kirine, çi bi dagirkirina zeviyan be, yan jî di bikaranîna çekên qedexekirî, li ser asta navdewletî de be. Her wiha Tirkiyê pabendî rêkeftin û biryaran nebû, weke Rêkeftinên Soçî û Astana, derbarê rawestandina operasyonên leşkerî û gurrkirina şer. Ev operasyon û êrîş, bi xwe binpêkirina serweriya Sûriyê ye, her wiha binpêkirina yasayên Rêxistina Mafên Mirovan e, ji ber ku ev êrîş bûne sedema hebûna qurbanî û koçberan, zarok, kal û pîran û hemû çînên civakê.”

Ev nerîn di demekê de ne ku Tirkiye asta topbarana ji dûr û bikaranîna dronan li dijî wan navçeyan bêhtir dike, hevdem jî hewl dide û radigihîne ku operasyoneke leşkerî li dijî wan navçeyan encam bide.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin