Pisporê ragihandinê: Girtina nivîsgehên K24ê xeletiyeke mezin e

Pisporê ragihandinê: Girtina nivîsgehên K24ê xeletiyeke mezin e

.

A+A-

Pisporê Ragihandinê û Mamosteyê Zanîngehê Dr. Ridwan Badînî ragihand; biryara Rêveberiya Xweser a girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê biryareke xelet e û cihê matmayînê ye. 

Pisporê Ragihandinê û Mamosteyê Zanîngehê Dr. Ridwan Badînî ragihand; biryara Rêveberiya Xweser a girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê biryareke xelet e û cihê matmayînê ye.

Dr. Ridwan Badînî ji bajarê Moskowê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û rexne li girtina nivîsgehên Kurdistan24ê yên li Rojavayê Kurdistanê girt û got: “Em tim hewcedariya me û pêwîstiya me bi ragihandinê hebû, ragihandin ji me re derd û derman bû, ji ber vê yekê ragihandina Kurdî ya bi navê Kurdistan24 li Rojava tê qedexekirin, bi rastî tiştekî ecêb e û cihê matmayînê ye.”

Badînî bal kişand ser wê yekê ku gelek sazî û dezgehên çapemeniyê girtina nivîsgehên Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê, rexne û şermezar dikin û got: “Di baweriya min de kesên ku ev biryar dane, berjewendiyên xwe baş nizanin, an jî bi çavekî şaş û xelet li berjewendiyên xwe dinêrin û diçin provakasyonan, wateyeke din ji vê re dernakeve.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin