Pirtûka ‘Nasnameya Netewekê ya Hatîye Dizîn’ hat belavkirin

Pirtûka ‘Nasnameya Netewekê ya Hatîye Dizîn’ hat belavkirin

Berhema bi navê, ‘Nasnameya Hatîye Dizîn a Netewekê (Nasnamey Dizrawî Neteweyek) ku derbarê dîroka Medan de hatiye nivîsîn, ji alîyê Navenda Lêkolînên Rûdawê ve hat belavkirin.

A+A-

Rûdaw

Berhema bi navê, ‘Nasnameya Hatîye Dizîn a Netewekê (Nasnamey Dizrawî Neteweyek) ku derbarê dîroka Medan de hatiye nivîsîn, ji alîyê Navenda Lêkolînên Rûdawê ve hat belavkirin.

 

Berhema Bedîr Îsmaîl Şêrokî ya bi navê ‘Nasnameya Netewekê ya Hatîye Dizîn’ ku bi zaraveya Soranî hatîye nivîsandin, ji alîyê Navenda Lêkolînên Rûdawê ve hat çapkirin û belavkirin.

 

Nivîskar Bedîr Îsmaîl Şêrokî, di wê berhema xwe de ku ji 365 rûpelan pêk tê, li ser dîroka Medan disekine û nîşan dide ku dîroka Medan ji ya Persan gelek kevintir e.

 

Nivîskar di wê berhema xwe de dîyar dike, Med bi sedan sal berî Persan hatine vê herêmê û niştecih bûne.

 

Şêrokî ji bo nîşandana tehrîfkirina dîroka Med û welatê wan Medyayê de ku dibêje ew tehrîfkirin bi enqest hatîye kirin, bang dike û van gotinên dîroknasê navdar Heredot bibîr dixe, “Ez berpirs im ji tiştên ku dibihîzim binivîsim, lêbelê ne mecbûr im bawerîya xwe bi wan hemûyan bînim.”

 

Şêrokî jî dibêje, “Divê em jî bawerîya xwe bi her tiştê hatîye gotin neyînin. Dîroka Kurdan a ku dijminan tehrîf kirîye, divê em wê dîrokê tehlîl û şîrove bikin û sererast bikin.”

 

Ew nivîskar derbarê sedema nivîsandina wê berhema xwe de dibêje, “Bi her awayî pêdivî bi lêkolîneke derbarê Medan de hebû. Dîroka Medan bi bêbextî, bi hişmendîya dagirker a Îranîzmê ve hatîye girêdan. Pêwîst bû ev mesele di nav civakê de hatiba ronîkirin.”

 

Şêrokî radigihîne ku li gor gotinên dîroknasên Aşûrî û Heredot, ti eleqeya Medan bi Îranîyan ve nîne. Ev jî di çand û avahîsazîya Medan de dîyar dibe. Herwiha di demek nêzîk de derket holê ku di belgenameyên Aşûrîyan de ev yek hatîye nivîsîn.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin