Pirtûka "Mihemed Henîfe" ji amadekirina Imer Kalo hat weşandin

Pirtûka "Mihemed Henîfe" ji amadekirina Imer Kalo hat weşandin

Pirtûka dastana "Mihemed Henîfe" ji amedekirina pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê, Imer Kalo hat weşandin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Pirtûka destana Mihemed Henîfe ji 110 rûpelan pêk tê û yekemîn çapa wê ji alîyê Weşanxaneya AVA ve di Kanûna  sala 2019an de li Kobanî hate belavkirin.

Di dawîya pirtûkê de, hin wêne wekî nimûne ji destnivîsa destanê wekî belge hene. Dîzayna Berga Pirtûkê jî ji alîyê Enterê Şewo ve hatîye kirin.

Dastana Mihemed Henîfe, dastaneke kevnar û dîrokî ya herêma Kobanî li Rojavayê Kurdistanê û deşta Sirûcê li Bakurê Kurdistanê ye û ji demên berê ve û bi devkî û wek stran û herwiha wek destnivîs di nava Kurdan de hatîye gotin û kopîkirin, û ji berê ve heta niha sîng bi sîng û nivş li pey nivş heta îro gihîştîye destê me.

Naveroka pirtûkê li ser lehengîya Mihemed lawê Elî bin Ebî Talib û Henîfeya Romî li hember miletekî ne misilman, û herwiha îslambûna keça serdarê wî miletî "Mînê" di bin bandora evîna Mihemed Henîfe de ye.

Imer Kalo derbarê pirtûkê de ji Rûdawê re ragihand, wî kopîyek ji destnivîsa dastana Mihemed Henîfe, ku di salên 70î yên sedsala bihorî de bi destên dayika wî Melîka Mihemed Ceifer (dayika Imer Kalo) hatîye nivîsandin, jê bidestxistîye û tîpên wê destnivîsê ji aramî guhertine tîpên latînî yên Zaraveya Kurmancî ya zimanî Kurdî.

Bi gotina Imer Kalo, ev yekemîn car e ku ew dastan wek pirtûk tê çapkirin û weşandin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin