Pirtûka ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (1923-1945)” derket

Pirtûka ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (1923-1945)” derket

.

A+A-

Haluk Öztürk

Pirtûka prof. M.S. Lazarev ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (1923-1945)” di nav Weşanên Weqfa Riya Azadî de li Anqereyê derket. Wek tê zanîn rêze xebateke Lazarev ya li ser dîroka kurdan monografiyeke ji sê cildan pêkhatî ye. Cildê yekem li ser bûyerên sala 1891-1917a, cildê duwem li ser bûyerên 1917 heta 1923a û cildê sêyem li ser bûyerên 1923 heta sala 1945a ye. Ev hersê berhemên hêja ji aliyê rojnamevan, nivîskar û wergêrê eyan Têmûrê Xelîl ve hatine wergerandin. Du cildên pêşin li Swêdê ji alîyê Weşanxaneya Roja Nû hatibûn çapkirin û belav kirin. Van rojan jî cilda sêyem di nav Weşanên Weqfa Riya Azadî de ronahî dîtiye.

Dema kek Têmûrê Xelîl di salên 90î de ev berhemana werdigerande kurdî em bi hevra di redaksiyona Roja Nû de bûn. Min dît ku ew çi zehmetkêşekî bêhempa ye. Bi sebir û bi dilxweşî dixebitî. Wî gelek berhemên hêja pêşkêşî xwendevanên kurdî kirine. Êdî gelek xwendevan, wî û berhemên wî baş nas dikin, hewce nake ez gotina xwe dirêj bikim. Tenê dixwazim vê yekê bêjim; ez xwe bextewar dihesibînim ku hevaltî û hevkariyeke me ya gelek salan heye.

Prof. Lazarev, ku yek ji wan kurdzanên Sovyetê ye, gelek lêkolînên wî li ser dîroka her çar perçeyên Kurdistanê hene. Wî zêdeyî 30 salan serokatî li Beşa Kurdzanîyê ya Înstîtûya Rohilatzanîyê ya Akademîya Sovyet (pişt ra jî ya Rûsîyayê) li Moskvayê û serokatî li Laboratorîya Lêgerînên Kurdî ya Moskvayê kirîye. Li gor agahdariya Têmûrê Xelîl ev cilda dawîn ango ”Kurdistan û Pirsgirêka Kurdan, 1923-1945)” piştî hilweşandina Sovyetê hatiye weşandin û loma jî bê sansur derketiye. Nivîskar Prof. Lazarev ê ku derbarî dîroka kurdan ya sedsala 19’a û 20 dî de şareza ye, li cihekê weha nivîsîye:

”Gelek dijwar e ku mirov li rûyê dunyayê miletekî wisa bibîne, ku demeke ewqas dirêj li ser axa xwe maye û bê dewlet e”… Bêguman ji bo serwaxtbûna sedemên vê rastiyê, zanîn lazim e. Xasima zanîna dîroka me...

 

Em ji nivîskar û wergêr re minetdar in.

 

NOT: Ji bo peydakirina vê berhema nû, xwendevan dikarin ji navnîşana malpera Weqfa Riya Azadî bixwazin û li gelek welatên Ewropayê ji hevalbendên KOMKARê bixwazin. Yek ji wan jî ez im.

Riataza

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin