Pirtûka Behrûz Bûçanî dibe fîlm

Pirtûka Behrûz Bûçanî dibe fîlm

Rojnamegerê kurd ê ji Îlama rojhilatê Kurdistanê Behroz Boçanî di dema penaberîyê de li ser tiştên jîya pirtûkek bi navê "Tenê çîya hevalên me ne" nivîsandibû. Niha ji vê pirtûkekê dê fîlmek bê kişandin.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan - Dema xelat dabûn ev pirtûka Bûçanî, wî li ser vê wisa gotibû, "Min ew roman bi armanca wergirtina xelatê nenivîsîye, tişta ji bo min girîng ew e ku bi vê re êş û zehmetîyên penaberên seranserî cîhanê û bi taybet Greva Manûsê ji bo cihanê rabigihînim." Û par li Avustralyayê pirtûk hatibû xelatkirin. Niha dixwazin ji vê pirtûkê fîlmekî bikişînin.

Li gor nûçeya di rojnameya The Guardian de sê kompanîyên ji Awustralyayê xwe dane ber ku fîlm bikişînin. Kompanîyên awustralyayî Aurora Films, Sweetshop & Green û Hoodlum Entertainment amadehîya fîlm dikin. Plan ew e ku di nava sala 2021'ê de li Awustralyayê dest bi produksîyona fîlm bikin.

Nûçe radigihîne ku Akos Armont dê senaryoya wê binivîse û produktorî jî dê Antony Waddington bike. 

 

Behroz Bûçanî kî ye?

Behroz Bûçanî (Bi îngilîzî "Behrouz Boochani" tê bikaranîn) di 21’ê tîrmeha sala 1983’yan de li bajarê Îlam yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Endamê PEN'a Kurdî ye. Berî bi 7 salan berê xwe daye Awustralyayê. Ew yek ji damezrînerê kovara wêjeyê ya kurdî Werya ye ku li rojhilatê Kurdistanê çap dibe. Sala 2013’yan hêzên paramîlîter ên rejîma Tehranê avêtin ser buroya kovarê û der barê Bûçanî de biryara girtinê da. Ew neçar ma bireve û wî berê xwe da Awûstralyayê.

Dîyarname

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin