Pirsgirêkên navbera Emerîka û Tirkîyê ?

Pirsgirêkên navbera Emerîka û Tirkîyê ?

Xelîl Sîpan

A+A-
Kokên pirsgirêkên Emerîka û Tirkîyê, ji despêka şerê xalîçê, hilweşandina Sovyetê û li ser sistema nû a dinyayê dest pê kirîye. Tirkîya hertim ji guhertina re xwest bibe wek asteng. Herwiha Erdogan û Hikumeta wî di dest pêkê de, ji guhertina re xwe wek pîşeng da nîşandin.
 
Di vê pêvajoyê de Ewrûpa û Emerika piştgirî danê ji bo çareser kirina pirsgirêka Kurd û demokrasîyê li Tirkîyê. Erdogan bi wî "hişî û mêjûyî" ve xwest ku Emerîka û Ewrupa bi kar bîne, lê ev leyîstokan ji Erdogan û ji Tirkîyê re rûpelekî nû da vekirin. Herwiha şirîktaya dewleta Tirk di NATO de bû wek kelemekî ji bo Ewrupa û Emerîka yê. Nêzîk bûn bi Rusya û bi Îranê re jî devê maqesê da vekirin...

Di vê pêvajoyê de û di Tirkîyê de partîkî sîyasî ku bibin alternatîf derneket in holê. Partiyên Tirkan, ji rasta heta çepan û hemûyan ji bo pirsgirêka Kurd û guhertina Tirkîyê û xênçî çend kesan ji kemalizmê re erê gotin. Opozisyona Kurdan jî wek netewêkî û ne bûn xwedanê polîtîkekî netewî û di nav polîtîkayên sîstemê de parçe bûn. Îro jî bê deng bûna wan, ji bê alternatifê ye...

Divê di êdî Kurdên Bakûrê Kurdistanê, ji polîtka sîstema dewleta Tirk veqetin, di Bakûrê Kurdistanê de politîkekî serbixwe netewî û navnetewî bidin pêşîya xwe û bikin wek projekî sîyasî...Edî Erdogan hikumet-dewleta wî rexne kirin ti wetekî nade, ji ber ku îro bi vekirî û gelek eşkera hikumet - dewlet û hemû partîyan ve dijminatîya gelê Kurd li herçar parçên Kurdistanê dikin...Li Bakurê Kurdistanê, divê Kurd bibin Alternatif û xwe ji pêşerojê re amade bikin..

 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin