Pirsgirêka xwendekarên Kurdistanê çareser bikin

Pirsgirêka xwendekarên Kurdistanê çareser bikin

.

A+A-

Arîf Qûrbanî / Rûdaw

Hefteya borî, xwepêşandanên şagirt û xwendekarên zanîngeh û enstîtûyan, li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bi berfirehî dest pê kirin. Tevî ku şagirt û xwendekaran di peyam û daxwazên xwe de, gelek pirsgirêk û arîşe berçav kirin, lê armanca wan a sereke bidestxistina wê tibaba pereyan bû ku wek dermale (tehsîsat) di 20 salên borî de bi çîna şagirtan dihat dan. Lê piştî derketina krîza aborî ji sala 2014an ve, ev alîkariyên diravî yên xwendekaran hatin rawestandin.

Bi berdewamiya xwenîşandên li ser cade û kolanan re, di medya û torên civakî de wek awayekî piştevaniyê ji bo vegerandina hevkariyên diravî yên xwendekaran, gelek kesan ji elîta civakê û mamostayên zanîngehan serpêhatiya jiyana xwe vedigotin ku bi saya hebûna tehsîsatên aborî karibûn xwendina xwe kuta bikin. Piraniya wan tekez dikirin ku heke ew alîkariya diravî nebûna, bi sedema rewşa aborî ya dijwar a wê çaxê li Herêma Kurdistanê, nikaribûn dirêjahiyê bidin xwendina xwe.

Merema min ji ronîkirina vê mijarê û behskirina serpêhatiya wan kesan, ew e ku ez bibêjim ku di dema borî de yek ji kar û pêngavên baş ên hikûmeta herêmê ku encamên wê yên qenc û erênî hebûn, terxankirina tehsîsat û alîkariyên diravî ji şagirt û xwendekaran re bû, xasma di wan çax û heyamên zehmet û dijwar ên salên 1990î yên sedsala borî de, ku bi sedema dorpêça aborî ya navdewletî li ser Iraqê û dorpêça Iraqê li ser herêmê, Başûrê Kurdistanê di rewşeke zehmet re derbas dibû û tew xelk neçar bûn ji bo peydakirina pariyê nan derî û şibakên mal û xêniyên xwe jî bifiroşin.

Di wan sal û heyaman de, li kêleka giraniyê, şerê birakujiyê yê qirêj û bêmirês jî pêsîra xelkê girtibû. Di wê rewşê de, dirêjahîdana xwendinê û li ser pê mana zanîngeh û enstîtûyan wek qebxwestinekê bû. Tişta ku bi pileya yekem bû sedema berdewamiya xwendinê, terxankirina wê tibaba pereyan bû ku her xwendekar û şagirtekî li hundirê bajaran 50 dînar û li derveyî bajaran 150 dînar werdigirt. Çend rêxistinên mirovî yên navdewletî jî bi rêya komele û yekîtiyên xwendekaran hevkariya beşên navxweyî (kampusan) dikirin. Tew kelûpel û carinan jî xwarin ji wan re peyda dikirin.

Ew qonax bi vî rengî derbas bû. Gelek kesên ku vêga profesor, mamostayên zanîngehan û kesên berbiçav ên civakê ne, wê çaxê li zanîngeh û enstîtûyan dixwendin û bi saya wan tehsîsat û piştevaniyên aborî karîn xwendina xwe kuta bikin.

Vêga jî, Herêma Kurdistanê di rewşeke aborî ya dijwar de derbas dibe. Heman rewş û mercên ku bûn sedema biryardana veqetandina tehsîsat û alîkariyên madî ji şagirt û xwendekaran re, niha jî hene.

Bi sedema nebûna kar û alozî û pirsgirêkên din li Herêma Kurdistanê, piraniya malbatên Herêma Kurdistanê tûşî krîza aborî hatine. Amarên ku her sal tên berçavkirin ku ji ber xizanî û hejariyê malbat bêgav in zarokên xwe ji xwendinê dûr bikin, hejmarên erjeng û xofdar in.

Lewma giring e û li ser hikûmetê erk e jî ku li çareseriyekê bigere. Tew heke pêşîneya wê biryarê jî nebûya, divabû ji bo dema niha li wê yekê bihata fikirîn bi amûreke çawa û bi rêyeke çawa alîkariya berdewamiya proseya xwendinê bihata kirin.

Têkildarî mijara tehsîsat û xwenîşandanan, serokê hikûmetê bi çend xwendekar û qutabiyên zanîngehên Kurdistanê re civiya. Di wê hevdîtinê de, serokwezîr bal kişand ser xaleke giring û got (Hikûmet ne tenê ji hejmara mûçexwerên Herêma Kurdistanê berpirs e ku hejmara wan milyon û 200 hezar kes e, lê belê li hember 5 milyon kesên din jî ku mûçeyên wan nîn in berpirsiyar e).

Ev rastî ye. Hikûmet ji berdestkirina şens û derfeta jiyaneke layiq ji hemû xelkê re bi wekhevî, berpirsiyar e. Êdî çimkî di 30 salên borî de, derfetên wekhev di damezirandin û sûdwergirtina ji hikûmetê de ji xelkê re peyda nebûye, tew nebûna dadmendiyê di şêwaza teyînkirin û damezirandinê de pir zêde bû. Hin malbat hene bi saya piştevaniya partiyên xwe, hemî endamên wan malbatan hatine teyînkirinê û mûçexwer in. Li milê din jî, bi sedan malbat hene ku ti mûçe û meaşekî ji hikûmetê wernagirin.

Lewma em nikarin bêjin ku ew rêjeya karmendan tê vê wateyê ku mûçexwerên bêhtirî milyon malbatên Herêma Kurdistanê hene. Na, lê dibe ku ew milyon û 200 hezar mûçexwer ser bi çend sed hezar malbatan tenê bin. Ango mûçeya pişka herî zêde ya malbatên Başûrê Kurdistanê tune ye.

Pişka herî zêde ya şagirt û xwendekarên zanîngeh û enstîtûyên hikûmetê jî ser bi vê çîna civakê ne. Çimkî bi sedema kalîteya xwendinê li zanîngeh û enstîtûyên taybet, malbatên ku îmkanên wan baş in, zarokên xwe dişînin xwendina taybet. Lewra divê di fikirîna li çareseriyê de ji bo alîkariya xwendinê, li ber çav were girtin ku piraniya kesên ku di sektora hikûmetê de dixwînin, ew kes in ku pêwîstiya wan bi tehsîsat û alîkariyên diravî heye.

Ji bo vê mebestê, ez ê li vir çend pêşniyar û bijareyan berçav bikim û hêvîdar im bibin alîkar di derbaskirina vê pirsgirêkê de.

Yekem: Edalet ew e ku hikûmet bê cudahî biryar bide dermale û tehsîsatan bide hemiyan. Nabe di heyama şerê birakujiyê û serdema dorpêça aborî de, hikûmetê karibû alîkariyê bide xwendekaran. Lê niha ku hikûmet xwediya çend deriyên navdewletî û çavkaniyên xwezayî wek gaz û petrolê ye û dahata wê ya navxweyî çend qatan zêdetir bûye, nikaribe mehane pirsgirêkeke mezin ku bi kêmtir ji 10 milyon dolaran çareser dibe, çare bike.

Serokê hikûmetê di gotinên xwe de, di civîna behskirî de, qala wê yekê kir ku heke dahata hemî parêzgehan vegere qase û gencîneya giştî, ew dikarin gelek pirsgirêkan çareser bikin. Lê belê ev jî erkê hikûmetê ye ku dahatan bi dûzî û başî kom bike û bi dûzî û başî parve jî bike, gelo çima divê şagirt û xwendekar baca vê yekê bidin.

Duyem: Çê dibe hikûmet biryara avakirina sindoqa hevkariya proseya xwendinê bide. Mehane hikûmet bi tibabeke taybet alîkariya vê sindoqê bike. Her wisa ji meaşê her meaşxwerekî tenê rêjeya ji %1ê meaşê wan ji sindoqê re veqetîne. Daxwaz ji sermayedar, şirket, kompanyayên navxweyî û rêxistinên danerên alîkariyan jî were kirin ku alîkariya vê projeyê bikin. Tibaba pereyên ku ji vê sindoqê re diçin, tenê ew ji %1ê mûçeya mûçexweran têra wê yekê dike ku biryara dana dermale û tehsîsatan were standin. Heke çend hezar dînarên kêm ji mûçeya her mûçexwerekî ji bo vê sindoqê were birîn, ew pere dê bigihin zarokan wan ku li zanîngeh û enstîtûyan dixwînin.

Sêyem: Di rewşekê de heke ew sindoq nehat pêkanîn, çê dibe hikûmet biryar bide ji bo her xwendekar an şagirtekî ku heke li malê mûçeyên din wernagirin, bi pileya yekem dermale û tehsîsatan bide wan, çimkî çavkaniya debara wan nîne.

Heke hikûmet nede ser ti rêyekê ji van rêyan û em wisa bawer bikin ku mîna gelek arîşe û pirsgirêkên din, dê bi derbasbûna demê re ev kêşe jî derbas bibe û biqede, bê guman dê encama vê yekê pir xerab be, nemaze li ser proseya xwendinê û dê hejmara kesên ku bi neçarî dev ji xwendinê berdidin pir zêdetir bibe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin