Pirsa referandumê û Miletê Kurd

Pirsa referandumê û Miletê Kurd

Evdirehmanê Gundikî

A+A-

Di pêşyê de pêwîstîya me kurdên bakurê Kurdistanê li ser analîzeka giring ji bo rewşa me miletê kurd û dewlet, hikûmet û sîyasetên tirkan heye ko em bêjîn em kî ne û ev dewlet, hikûmet û sîyasetên tirkan kî ne û li ser kîjan mafî; ew daxwaza dengdayina li ser referanduma nevê me li tîde tineyî, li me miletê kurd û Kurdistanî dikine?

Ev dewleta li ser madilaya ( înkara) me û welatê me Kurdistanê hatîye avakirn û bi ti şêweyî dewlet, hikûmet û sîyasetmedarên vê dewletê heyîbûna me wekî  milet û welatê me Kurdistan e, qebûl nekirîne û nakin jî. Gelo li ser kîjan mafî ye  gazî miletê kurd dikin û dibêjin werîn dengî bidin van makezagonan û şêweyên îdareyên me yên bi ti şêweyî em hewe wekî milet qebûl nakîn; heyîbûna we, di nêva sîstema xwe de tineyî dihesibînîn re dengî bidin sîstemên me.

 Ev dewlet, sîyaset û makezagonên di nêva wan de ti ferq tineyîn; bi kîjan mafî dikarîn ji bo miletê Kurd re bêjîn werin û dengên xwe bi gorayî daxwazên me bidine me? Divê em miletê kurdekî û Kurdistanî parêz, pirsîyarê ji xwe û hêzên miletê xwe yên kurd û Kurdistanî bikim û bipirsim; gelo hita kengê em dê her û her bi tim girêdayî gotin û meslehetên dijberên xwe û welatê xwe bîn?

Gelo ma qey; me bi xwe dê daxwazek ji zordarên welatê xwe tinebe û ew zordar çawe bixwazin dê bi gorayî  berjewendîyên xwe berên me bidin karên gorayî mesleheta xwe û dijî mesleheta me miletê Kurd û Kurdistana me jî?

Bi gorayî min di pêşîyê de; divê hêzên me yên sîyasîyên Kurd û Kurdistanî bi miletê xwe ve; gazî dewlet, sîyaset û miletê tirk jî bikîn û ji dewlet, hikûmet û sîyasetên tirkan re bibejîn; hûn li ser kîjan mafî gazî miletê Kurd dikîn û dibêjîn werin dengên xwe bidin ewan makezagonên bi ti şêweyî, nav û heyîbûna we bi tê de tineyîn û bi gorayî mesleheta tirkîtîyê bidine me? Di pêşîyê ez wekî kurdekî Kurdistanî,  gazîya dewlet û destgehên tirkan dikim: Ez dibêjim ji bona hûn bikarîn gazîya şirîkatîyê li miletê kurd û Kurdistanî bikîn; divê hûn di pêşîyê de heyîbûna miletê kurd û Kurdistanê qebûl bikîn. Paşê jî gazî miletê kurd bikîn û bêjîn werin em bi hev re dengên xwe bidîn evan şêweyên bi hev re rêveberîya evan herdu miletan bi gorayî mesleheta evan herdu milet û welatên me û kêmnetewên me ve  karbikîn. Higê mefê we dê hebit ko hûn bêjîn werin û dengî bidin sîstema me ya şirîkatîya îdarî.

 Wê demê mafê me miletê kurd jî eweye ko em jî wekî milet bi gorayî  berjewendîyên xwe yên netewî qirara xwe bidîn.

Bêşik ez dizanim em miletê kurd û Kurdistana xwe ve yên li bindestîyê de dijîn û mafê me ye em jî wekî  hemî miletên di evê cîhanê de dijîn bi bextewarîya xwe ya azadane û serfirazîyê ve bijîn. Belê rewşa me li berçavan e û em dizanîn rêveberîya dewlata tirkan û şêweyên wan yên rêvebirin û îdarî bandora xwe li ser jîyana me ya rojane dike. Belê herwiha jî careka dî jî tev lî vê rewşê jî ez gazî hêzên me yên kurd û Kurdistanî û miletê xwe dikim; divê em ferqekê di nêva xwe û zordarên li ser sîngê welatê xwe de danîn û bi gorayî mesleheta xwe dengên xwe û nerazîbûna xwe bigihînîn dewlet, hikûmet û sîyasetên tirkan û ewan hêzên li ser navê kurd û Kurdistanîbûnê xwe didin pêş û xwe Tirkîyeyî dibînin.

 Ez daxwaza lê borînê ji miletê xwe dixwazim û (tejbîh nebe); gelo ma heta kengê em dê wekî miha momin bi bêdengî û gorayî daxwezên zordaran biçîn ser deravê ava wan û ew bêjin qurîyî avê bikin, em qurî ava deravên wan bikîn; an jî ewên me bi garayî mesleheta xwe, bibin li ser deravê ava me û dê nehêlin em bi azadane ava kanîyên welatê xwe jî vexwin?

Bi gorayî dîtina min divê em bi têv de bi rêya evê referendomê re dengê nerazîbûna xwe ya ji sîstema tirkan ya îdarî û şêweyên wan yên ji derveyî însanî û zordarîya li ser me û welatê me heyîne bidîn bihîstin. Herwiha jî divê em ji bo wan û destgehên tirkîtîyê re bêjîn hita hûn mafên me miletê kurd bi fermî nasnekîn; ti mafê we tinîne ko hûn ji bo me bêjîn werin û dengên xwe bidin daxwazên bêedaletîya me.

Di rewşa heyî de divê em ferqîyeta xwe  ya li ser hişmendîya Kurdistanî nîşan bidin. Helbete ko  di nîhayetê de ezê li gorî biryara partîya xwe helwestê bigirim; lê bi ya min bi helwesta  ‘’boykot’’ê emê  bikaribin  vê ferqîyeta hişmendîya Kurdistanî îfade bike.

12.02.2017

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum