Pirsa Kurdî û Tirkiye li Senatoya Fransayê

Pirsa Kurdî û Tirkiye li Senatoya Fransayê

Bi pêșkêșiya Enstîtuya kurdî ya Parîsê, di 13ê Gulanê de, li Seraya Luxembourgê bi navê “Tirkiyeya Erdogan ber bi ku ve diçe” konferansek pêk ha

A+A-

20160513_154037.jpg

20160513_183715.jpg

Yakup Karademir

 Foto: Dilara Hêvî Cetin 

Bi pêșkêșiya Enstîtuya kurdî ya Parîsê, di 13ê Gulanê de, li Seraya Luxembourgê bi navê “Tirkiyeya Erdogan ber bi ku ve diçe” konferansek pêk hat. Gelek akademîsyen û siyasetmedarên navdar di konferansê de beşdar bûn û bîrûrayên xwe di derbarê pirsa Kurdî û pêșeroja Tirkiyê de anîn zimên.

Konferansê saet di 2yê piștînîvro de dest pê kir û heta 7ê êvarî dom kir. Konferans ji du rûniștinan pêk hat û beranameya wê ji aliyê parêzer Rûșen Werdî ve hate pêșkêș kirin. Werdî, bixêrhatinî li mêvanan kir û beșdarên konferansê da nasîn.

Runiștina yekê li ser pêșketinên li Tirkiyê yên ji hilbijartinên 2015ê û vir de bû. Beșdarên vê civînê akademîsyen wek Vincent Duclert, Gérard Groc, Ahmet Insel, Şebnem Korur Fıncancı bûn û civîn ji alî Birêvebirê Lêkolînan li EHESS, Profesor Hemîd Bozarslan ve hate birêvebirin. Birêz Bozarslan bal kișande ser krîza AKPê û got; “Serokwezîr Davutogluyê ku dixwest Tirkiyê bike hêza mezin a sereke ya herêmê, ji ber zexta Erdogan bi ser neket û Davutoglu mecbûr ma ku dest ji kar bikêșe. Siyaseta wan a hindir bi ser neket, projeya wan a îslamîzekirina Tirkiyê têk çû. Nifșên yekê û duyê yên vê Partiyê jî tasfiye bûn, cîlê sêyê yê nijadperest û Erdogan weke take kes ma. Piștê Ermenî û Kurdan, niha jî ew xwebixwe bi hev ketine. Li derve jî piștî Îsraîlê niha jî berê xwe dane Rusyayê...”

Axavtina pêșî ya vê rûniștinê dîsa ji EHESSê Profesor Vincent Duclert kir. Duclert li ser otorîtarîzma AKP rawestiya û wiha pêde çû: “Gava li Tirkiyê demorasî pêș dikeve pirsa Kurdî jî aram dibe, gava ku têk jî diçe pirsa Kurdî aloztir dibe. Daxwaznameyên akademisyen û ronakbîran ên ji bo rawestandina șer girîng bûn û dikarin civata kurdî jî biguherin. Zanyariya civatî ew e, ku meriv tiștê nayê gotin bêje û yê nayê dîtin bibîne ye. Desthilat li hemberî ronakbîran vala ranewestiya û xwest nasnameya wan a akademik ji wan bistîne, tevî ku ev daxwazname li gor aștiyê bûn...”

Lêkoliner Gérard Groc jî li ser stratejiya AKPê û hilbijartinan rawestiya û got ku ew dixwaze bi referandûman rayên xwe zêde bike. Her wiha got ku her çend wê dew ji projeya çareseriya pirsa kurdî bi temamî bernedabe jî  li ser cudayiyên rikeberiyê israr dike ku proseya aștiyê têk bide û hertiștî têxe bin kontrola Erdogan.

Axavtina herî balkêș ya Profesor Ahmet Insel bû, ew li ser faktorên derve û hindir ên otoritarizma AKPê û Erdogan rawestiya û got, “Di warê sekularismê de ferqa wan û Kemalîstan nezêde ye, ew heman siyasetê bidisiplîn pêk tînin. Erdogan dît ku siyaseta wî ji bo pirsa kurdî jê reö ne ji nav Kurdan, ne jî ji nav Tirkan deng nayne. Wî dît ku li Tirkiyê ji pirsa kurdî bêtir ya tirkîtiyê heye, ji bo wê siyaseta xwe guherî. Ew weke misilman jî ji șiiyan bêtir li ser suniyan dide girî. Siyaseta wî ‘yerlî/xwecihî’ û ‘millî’ ye ku tê mana tirkîtî û sunîtiyê. Ji alî aborî ve jî hinekî reçeteya Toni Blair bikartîne, bazarê bêtir serbest dike û alîkariya malbatan jî dike. Giraniya xwe daye ser sektora avakarî, însaatê û ranta wê jî li derdora xwe parvedike. Otorîtarizm xelkê pez dihesibîne û tim ji xwe re li șivanekî digere, ji bo AKPê jî șivan Erdogan e. Ew jî ji bo desthilata xwe xurt bike civatê destabilize dike. Ew ne xwendekarekî baș bû, lê fitbollîzekî baș bû. Lê, Davutoglu ideolog bû, ji bo wê wî ew nexwest. Hebûna MHPê karê wî hêsan dike, ji bo wî kana dengan e. CHP bûye partiya Elewiyan û sunî jê bi dûr dikevin, ev jî bi kêrî wî tê. PKK jî bi siyaseta xwe ya șidetê karê Erdogan hêsantir dike. Ew li hember otorîtarîzmê aștiyê naparêz e, PKK bi șideta ku li Kurdistanê bikartîne nikare bi ser keve.”

Li ser pirsekê jî got, “AKP û PKK bi șer li ser Tirk û Kurdan hikum dikin, bindestbûn nayê mana ku meriv jî kare neheqiyê bike. Dewlet sucê șer dike, lê weke Demîrtaș jî dibêje divê PKK jî dev ji șidetê berde, ez weke wî difikirim...”

Seroka Weqfa Mafên Mirovî ya Tirkiyê Şebnem Korur Fıncancı, bêtir li ser șideta ku dewlet li Kurdistanê bi kar tîne rawestiya û bi îstatistîkan kuștin, girtin, îșkence û wêrankirina li Kurdistanê bi giștî û bi taybetî jî ya li Cizîrê rawestiya û got, “Ji ber șerê vê dawiyê 350 kesî koç kiriye, meriv zindî bi erebeyan ve hatin girêdan, kișandin û gulebaran kirin. Em ketin bodriman/jêrzemînên li Cizîrê, min bi xwe hestiyên șewitî yên zarokan û gulên topan dît...”

Civîna duyê jî ji alî Serekê Enstîtuya kurdî ya Parîsê Kendal Nezan ve hate birêvebirin û kesên weke lêkolîner Henri Barkey, jeopolitik Gérard Chaliand û Parlamenterê HDPê Faysal Sarıyıldız beșdar bûn. Hêjayî gotinê ye ku Șaredara Diyarbekir Gultan Kıșanak, Cîgirê Serokê CHP Sezgîn Tanrıkulu û Thorbjorn Jagland, Sekreterê Giștî yê Konseya Ewrûpa jî hatibûn vexwendin lê ji ber sebebên cihê beșdar nebûn. Lê, Kıșanak bi telekonferansê beșdar bû.

Axavtina pêșî Faysal Sarıyıldız kir û li ser șideta hêzên Dewletê ya li hember siwîlan rawestiya û wiha got, “Li hember gelê me qetlîam pêk tên, komkujiya li Cizîrê jî yek ji wan e.  Me pir dixwest ku pêvajoya aștiyê bêșer berdewam bike. Her tiștî piștî Kobanê dest pê kir, li Cizîrê 250 siwîl hatin kuștin. Xelkê cenazeyên xwe jî nedîn, em dibêjin cenaze lê yên hinekan piyek, yê hinekan milek û yên hinekan jî kulmek hestiyên șewîtî bûn. Ji 50 zêdetir xortên me di jêrzemînên avayiyan de șewitîn. Dema me hestiyên wan didan hev, Davutoglu digot HDP șovê dike. Tiștê ku Dewlet dike tawaneke mirovî ye. Em jî li dijî xendekan bûn, di destpêkê de min bi destê xwe hin xendek girtine. Lê pîștî ku Dewletê șer îlan kir dîsa xendek hatin vedan. Di destê me de belge hene ku komkujiya Cizîrê berê hatibû plan kirin. Lê divê Erdogan zanibe ku wê gelê me li ber eskerê wî yê ku ne kêmî Daișê ye serê xwe daneyne...”

Pașê Henri Barkey axivî û wiha got, “Malesef Tirkiye û Emerîka mecbûr in ku li hev bikin. Emerîka nikare di șerê li Tirkiyê de rolekê bilîze. Emerîkî li hemberî siyaseta Tirkan a li gel Daișê matmayî man, wan piștgiriya cîhadîstên weke Cebhet-el Nûsra û hevalbendên wê kir. DYA ji vê yekê nerazî ye. Ji bo Emerîkiyan Daiș, lê ji bo Tirkiyê Esed armanca serekî ye. Helwesta Tirkan a li hemberî Kobanê ji bo Emerîkiyan șok bû. Obama, tevî mixalefeta șêwirmendên xwe jî bi serê xwe biryara midaxeleya Kobanê da. Navenda Daișê, Musil û Reqa ye. Ji bo Musilê ne Iraqî, ne jî pêșmerge amade ye șer bike. Ji bo wê jî DYA dixwaze pêșî Reqayê bigre. Ji bo vê jî tenê PYD dikare alîkariyê bike. DYA dixwaze Kurd weke beșekî Iraqê bimînin. Tirk PYDê weke PKKê dibînin ev jî Emerîkiyan dixe tengasiyê. Piștî hilbijartinan Clinton jî bê, ew ê rîskê negre...”

Gérard Chaliand jî di axavtina xwe de li ser pozisyona jeostratejîk a Tirkiyê ji bo Ewrûpiyan rawestiya û bi henek got li ewrûpa mêrê ku karibe li dijî Erdogan derkeve, tenê xanim Merkel e. Wê jî got, em ê pera bidin te  penaberan bermede. Ji bo Ewrûpiyan Esed çêtir e ji Daișê. PYDe ji ber ku li dijî Daișê șer dike piștgiriyê dibîne. Tu șansê PKKê yê ku ji alî eskerî ve bi ser keve tuneye. Șideta Tirkiyê û ya PKKê hinekî wekî hev in...”

Di encamê de Kendal Nezan jî got “Berxwedan jiyan e, lê axavtinên beșdaran jî diyar dike ku rewș ne hêsan e. Lê tevî wê jî Kurd ji berê bêtir li cîhanê tên nas kirin û di vê ji bo azadiyê di ber xwe bidin...”

bilds-1.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin