”Pirsa Kurd û Kurdistanê ne pirsa terorê yan jî ya aborîyê ye”

”Pirsa Kurd û Kurdistanê ne pirsa terorê yan jî ya aborîyê ye”

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di 11ê Cotmeha 2016ê de li ser rûdanên dawî yê Kurdistanê daxuyanîyek da

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di 11ê Cotmeha 2016ê de li ser rûdanên dawî yê Kurdistanê daxuyanîyek da. Daxuyanîya wî çap dikin.

 “Ev şer ne bes  jîyana me ya îro, lê pêşeroja me jî dikuje”

PKK bi şer û bi kuştina  rêveberên AKPê, rê ji siyaseta Dewleta Tirk ya wêran kirin, qetlîam û ji holê rakirina destkeftinên gelê Kurdistanê re xweştir dike.

Piştî ku di Temûza 2015an de şer careke din destpê bûye û heta îro, êdî rêya sîyasetê û xebatên sivîl qelstir bûye. Û piştî şikestina hewla darbeya 15ê Temûzê û îlan kirina Rewşa Awarte, her ku diçe, rewş xerabtir dibe, rê li ber hemû mafên esasî yên demokratîk têne girtin.

Lê tişta ku herî balkêş ew e ku, gelê Kurdistanê êdî li himberî helwesta Dewleta Tirk ya destkeftinên me ji holê radike, li himber daxistina dibistanên ku bi Kurdî perwedeyê dikin, li himberî  neheqîyên li ser mamosteyan, li ser TVyên Kurdî, li ser rojnamevan û nivîskaran, li ser şaredarîyan bêdeng dimîne.

Sebebeke esasî ya vê bêdengîya gelê me, texrîbatên  vî  şerê ku berdewam dibe ye.

Jiber ku di  mîndera şerî ya ku em tê de qels in zerarê bide gelê me, bide doza azadîya Kurdistanê, Dewleta Tirk dixwaze hemû rêyên sîyasî  û sivîl bixetimîne û  berê  Kurdan bes bide şerî. Herweha Dewleta Tirk bi rêya xurtkirina sîstema ‘’Korûcûtî’’yê û komkirina hinek eşîrên Kurdan dixwaze di navbera gelê Kurdistanê de dubendîyê kûrtir bike.

PKK jî, tu bangên me yên partîyên Kurdan û hawara gelê me nabihîze, her diçe şerî germtir dike. PKKê di dema pêkanîna xendek û barîkatên li nav bajara jî ev banga me nibihîst. Lê di encamê de gelê me û welatê me zerareke mezin dîtin. Nuha jî wekî tu tişt nebûbe, sîyaseta şerî dimeşîne, li nav bajaran çalakîyên ku zerarê dide gelê me lidardixîne. Rêveberên AKPê dikuje. Em van kuştinên li dijî siyasetvanan  şermezar dikin. Ev sîyaseta PKKê rê ji Dewleta Tirk re xweştir  dike ku, sîyesetvanên Kurd  bikuje, îmkanên xebata sîyasî ji holê rabike. 

Divê em bangî Dewleta Tirk bikin, bêjin ‘’Tu bi kuştinan, bi siyasetên ku miletê Kurd tune dihesibînî nikare bigihêje armanca xwe. Meseleya Kurd û Kurdistanê ne meseleya terorê yan jî ya aborîyê ye. Seddam Huseyînî bi sedhezaran Kurd kuşt, bi sîstema ‘’cahşîtîyê’’ çek da 100 hezar Kurdan; lê dîsa jî nikarîbû xwe ji têkçûnê rizgar bike. Bes yek rê heye, ew jî divê Dewleta Tirk dest ji vî şerî berde û ji bo  çareserîya sîyasî bi hemû partîyên Kurdan re rûne’’.

Em bangî eşîrên Kurdistanê jî dikin, bi tu awayî rê nedinê ku di nava gelê Kurdistanê de dubendî  û  dijminatî kûrtir bibe, li himber planên xêrnezwazan hişyar bin.

PKK jî  bi kuştina  rêveberên AKPê, bi tûnd kirina sîyaseta li dijî eşîrên Kurdistanê û bi vî şerê ku dimeşîne  zerareke mezin dide doza azadîya Kurdistanê . Divê demildest PKK dest ji vî şerî berde.

Divê em wekî partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û gelê Kurdistanê destê xwe bidine hevdu û li dijî vî şerî derkevin. Divê em dengê xwe bilind bikin. Ev şer ne bes  jîyana me ya îro, lê pêşeroja me jî dikuje.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin