Pirsa Kaşmîrê di(na)şibe pirsa Kurdistanê!

Pirsa Kaşmîrê di(na)şibe pirsa Kurdistanê!

Pirsa Kaşmîrê bi aweyekî dişibe pirsa Kurdistanê

A+A-

Berîya serdana wî ya Hindistanê, kanala WION a Tv ya Hindistanê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan re hevpeyvînek kiriye, li ser pirsa muhabîr ku miqayesa di navbera Pirsa Keşmîr û pirsa Kurd li Tirkiyeyê de jê pirsîye; Serokomarê Tirk Erdogan gotîye; ”nabe meriv wan miqayese bike û bişîbîne hev, ferqa wan cuda ye, li Kaşmîrê heta pirsa axê, gelek pirs hene, gava Pakistan ya jî Hindistan wek dewlet nazarîyên xwe pêşkêş dikin li gor xwe bi heq in. Li Tikiyê rêxistina PKKê ku ew dibêje bi navê kurdan avabûye, ew rêxistineka terorîst e. Di meseleya Kaşmîrê de rewşeka weha tuneye; alîyekê de Pakîstan heye alîyê din de jî Hindistan heye. Lê li gel wan rêxistineka terorîst; PKK, PYD û YPG hene. Ev herdu pirs qetîyen naşbin hev.”

Pirsa Kaşmîrê bi aweyekî dişibe pirsa Kurdistanê; ew  jî di navbera Pakistanê û Hindistanê de bûye du perçe, perçeyê mezin li aliyê Hindistanê ye lê di her perçeyê de herêma wan otonom e. Navê ya Pakistanê; Kaşmîra Azad ya Hindistanê jî Cammu Kaşmir  e . Di bin destê Çînê de jî perçeyekê wê heye.

Pakistan dibêje, xelkê Kaşmîrê zêdetir misilman e, divê aîdê wê be, Hindistan vêya qebûl nake, dibêje bi referandûmê ev pirs çareser dibe lê referandûmê jî bi cî nayne; di navbera wan de ji sala 1947an vir ve ihtilaf heye. Nifusa Kaşmîrê 15 milyon e, 4 milyon li Pakistanê 10 milyon li Hindistanê ye û milonekê jî li Tibeta Çînê dijîn.

Dewletên ku Kurdistan kirine bin nîrê xwe nav û hebûna Kurdistanê bi resmî qebûl nakin;  di navbera wan de li ser pirsa kurdî  îtilaf tuneye, îtifaq heye û naxwazin kurd li perçeyekê jî mafê xwe yên neteweyî bidestbixin; wexta ev maf bi dest bikeve her dewlet vî mafî perçebûna ’welatê’ xwe dizane û bi şîddet li dij derdikeve. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin