Pirsa Başûr çikas ya Bakur e?

Pirsa Başûr çikas ya Bakur e?

Mustafa Kalpak

A+A-

2017

*Pirsa Başûr çikas ya Bakur e?

 

1

6 partîyên Bakur par di meha îlonê de berîya referanduma Başûr daxûyaneke dan ku ewê bi hev re piştgirîya biryara referandûmê bikin. 6 partîyên Bakur biryara referandûmê, meşrû dîtin û piştgirî dan biryarê. Helwesta wan rast bû.

Di daxûyanîyê de ji bo referandûma ku çê dibe "ya çar perça ye" hatibû nivisîn. Ji Kurdên Başûr daxwaz dikir ku ew herin ser sendoqê û raya ” "erê" bi kar bînin.

Aktîf banga daxwaza herin ser sendoqê kirin û banga ku rayên xwe bi kar anînê, tiştekî normal e, di cîh de bû. Lê gotina referandûm "ya çar perça ye" û banga raya "erê" bi kar bînin tiştekî din bû. Di vê helwestê de mesajên nezelalî û tevlihevîyeke hebû. Komita piştgiriyê bi van gotina, xwe kir perçakî pirsê. Min îtiraz kir.

Şûna gotina "ya çar perça ye" û banga raya "erê" bi kar bînin de, mesaja; ”rêzê ji netîca referandûmê digrin û îrada Kurdên Başûr meşru dibînin”, bihata nivisîn hîn di cî da bû û qîm dikir.

Armanca Însîyatîfa Komîteya Piştgiriya Referanduma Kurdistanê li Bakur ev bû:

- Li Diyarbekir û Enqerê dê bibe dengê Başûr.

- Ji bo biryara referandumê meşrû bê dîtin, gel partîyên tirkan û kurdan, li ba dezgên sivîl têkilî dayîn.

- Pirsa referandûmê ji raya giştî ya kurd û tirkan re bê îzeh kirin.

- Kampanyake alîkarî û piştgirîyê ji bo referandûmê bê avakirin.

- Çavdêrîyeke fireh ji partîyên kurd û tirkan, ji dezgehên sivîl bê avakirin.

 

2

Çima ne "erê" û ne " na" ne pirsa Bakur e?

- Partîyên Bakur ne aktorê referandûmê bûn ku ew biryara "erê" an "na" bigrin. Herêma xwe de ew dikaribûn rêzê ji bo biryara referandûmê bigrin, biryara referandûmê meşru bibînin, destek bidinê, daxwaza çavdêrîyê bikin.

-Biryara referandumê hew tenê ji bo parçeyek e. Bi qedera Başûr tenê bi sînorkirîye.

-Hikmê biryara referandûmê ji çaran yek erdê kurdistanê derbas dibe.

- Kurdistaneke serbixwe (dewlet) dixwazî an na, bi gotinek din: Kurdistaneke bi Iraqê ve (federal/konfederal) an Kurdistanek e bê Iraqê (cûda, dewlet) dixwazî. Ev pirs ji kurdên başûr tê kirin û hew xelkê wê derê tenê mafdar e li ser vê pirsê biryarê bide.

- Rayên "erê" jî û "na" jî Kurdistanî ye.

- Tu mafên partîyên Bakur ê sîyasî li Başûr tuneye. Xencî, bi îzna îdara fermî, li herêmê avakirina nûnertîya partîya xwe.

- Referandûm a Başûr a Başûr tenê ye.

Dema Komîteya Piştgiriya Referanduma Kurdistanê li Bakur, rola çavdêrîyê bi cîh bîne wê demê ew ne kane ji xelkê Başûr daxwaz bike, bêje raya "ere " bi kar bînin. Divê ew di vê pirsê de bêdeng bimana.

 

2018

*Pirsa Başûr çikas ya Bakur e?

1- Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê roja 30ê Îlonê hatiye diyarkirin û hemû partî lîsteyên xwe pêşkêşî Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê kirine û destpêkirina propagandeya hilbijartinê kirine.

2- 25 İlonê de meclisa Iraqê wê reîscumhurê Iraqê yê nu hilbijêre. Wek tê zanîn li gor destûra Iraqê ew kûrsî ji kurdan re hatîye veqitandin.

Partiyen Başûr li ser namzetekî hevpar li hev nekirine ku ew yekî destnîşan bikin.

Pirensîp: Tevgera Bakur, divê ji bo tifaq, hevgirtin, yekîtîya siyasî ji bo partîyên Başûrê Kurdistanê xwedî helwest be.

-Nabe Partîyên Bakur cepha nakokiyên de cîh bigre, li Başûr bibe terafek.

-Tevgerên Bakur divê nebe perçeyek nakokîyan û propagandayên partîyên Başûr.

 - Divê tevgerên Bakur têdûxûlî kar û barên navxweyî ya Başûr nebin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin