Pîra 103 salî ji Covid-19ê rizgar bû

Pîra 103 salî ji Covid-19ê rizgar bû

.

A+A-

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê Zahîde Demir a 103 salî ku ji ber vîrusa Coronayê ya nû (Covîd-19ê) li nexweşxaneyê jê re çareserî dihat kirin, gihîşt siheta xwe û çû mala xwe.

Zahîde Demir a li taxa Yeşîlovayê xwedî 9 zarok û 25 neviyan e. Zahîde Demir ji ber pirsgirêka bêhnstendinê û kuxikê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.

Li vir encama testa wê ya Covîd-19ê pozîtîf derket û ew 10 rojan di nexweşxaneyê de ma.

Piştî ku Demir gihîşt siheta xwe ew vi bi çepikan û kulîlkan ve şandin malê. Zarokên wê kêfxweş bûn ku dayika wan ji vîrusê pak û baş bû.

Doxtor Muhammet Erdem diyar kir ku Zahîde Demir ji ber pirsgirêka bêhnstendinê û kuxikê çûye nexweşxaneyê lê di nav 10 rojan de baş bûye.

Erdem wiha axivî: "Rewşa wê baş e, xwarin û vexwarina wê baş e. Bi rehetî dikare bimeşe. Di roja 10emîn de me reçeteya wê çêkir û şand malê. Ez ji wê re emrekî dirêj a bi sihet û aram dixwazim.”

Lutfu Demir ê kurê Zahide Demir jî spasiya doxtor û karmendên tenduristiyê kir û got: “Xwedê ji hemûyan razî be. Şikir diya min baş bû, rewşa wê pir baş e. Tu pirsgirêka wê tune. Covîd-19 nexweşiyeke pir cidî ye. Her kes divê baldar be. Diya min 103 salî ye lê ji ber hewldana doxtoran baş bû û gihîşt siheta xwe.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin