Pincarên Kurdistanê û şifa

Pincarên Kurdistanê û şifa

Komela Parêzvanên Jîngehê ya Dîcleyê panelek li dar xistin

A+A-

Di 06-07.07.2019 de Komela Parêzvanên Jîngehê a Dîcleyê , bi beşdarîya pisporê nebatên li dij pençeşêrê Prof. Dr. Murat KIZIL, Pisporê nebatan Dermanfroş Deniz Sevda DALGIN, Şukru ARASAN, Pisporê nbatên li herêmê Prof. Dr. Selçuk ERTEKIN, Prof. Dr. Zeki KANAY jî bi navê Nêrînek Li gelîyê Dîcle û Baxçeyên Hevsel û bi moderatorîya Dûrzan Cîrano li Bismilê panelekî lidarxist.


Panel bi bixêrhatina panelîst Dûrzan Cîrano destpêkir. Panelîst bi rêzê her yek di warê babetên xwe de bîr û rayên xwe pêşkêşê endam û mêvanên komelê kirin.
Panel bi pirsên guhdaran û bersivên panelîstan bi berhemtir bû.

Panel bi sipasîya endamên komelê qedîya..


Herwiha heyetekî  kû ji rêvebir û endamên Partîya Azadîya Kurdistanê-PAKê pêk hatibû seredana komelê kirin û di kar û barên komelê de, hêvîya serkeftinê xwestin. Seredena PAKê ji alîyê berpirsên komelê ve bi nirxekî bilin hat pêşwazî kirin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin