PÎA: Ji ber ku em doza statuyê dikin serlêdana me nayê qebûlkirin

PÎA: Ji ber ku em doza statuyê dikin serlêdana me nayê qebûlkirin

.

A+A-

Partiya Însan û Azadî (PÎA) li gel ku ji sala 2018an û vir ve 20 caran daxwaznameya damezrandinê dane Wezreta Navxweyî ya Tirkiyeyê jî, wezaret serlêdana wan qebûl nake û destûr nade ku ew bibin partiyekê fermî.

Li Bakurê Kurdistanê partiyekê kurd yê bi navê Partiya Însan û Azadiyê PÎA, ji Gulana 2018an û vir ve hewl dide ku bibe partiyekê fermî. Lê belê serok û rêveberên partiyê li gel li gorî şertûmercên yasaya partiyên siyasî, nêzî 20 caran jî serî li Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê dabin jî wezaret bêyî hincetekê pêşkêş bike serlêdana wan qebûl nake.

Serokê Partiya Însan û Azadiyê PÎAyê Mehmet Kamaç, li gel 4 rêveberên partiyê ve ji 12ê Çileyê û vir ve li Enqereyê li Wezareta Navxweyî hewl didin ku daxwaznameya damezrandina partiyê radestî ofîsa pêwendîdar bikin.

Mehmet Kamaç da zanîn ku, Wezareta Navxweyî bi awayekî derhiqûqî serlêdana wan qebûl nake. Kamaç destnîşan dike, ji ber ku di bernameya partiya wan da ji bo gelê kurd daxwaza statûyê heye serlêdana wan nayê qebûlkirin.

Kamaç diyar kir: “Partiya Însan û Azadî bi awayekî partiyeke dîndar, demokrat û kurdî xwe bi nav dike. Me bi dehan car serlêdan kir ku em encama vê serlêdanê bistînin, lê mixabin Wezareta Navxwe, tiştên ne bi yasayî tîne ziman, dibêje ev xebata han heta demekê lêkolîn li ser berdewam e, lê hêj encam derneketiye.”

Serokê Partiya Însan û Azadiyê Kamaç, dibêje, heta ku serlêdana wan li gorî yasa û makezagonê neyê qebûlkirin ew ê li ber derê Wezaretê nobedê bigrin û hewl bidin ku li gel partiyên siyasî û saziyên sivîl hevdîtinan pêk bînin da ku ev kiryarên nehiqûqî ji holê rabin.

Mehmet Kamaç diyar dike: “Ev meseleya hanê niha li ser Partiya Însan û Azadiyê dimeşe, lê mesele meseleya civakê hemûyan e. Ji bo vê, divê partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, li ser vê meseleyê helwesta xwe nîşan bidin. Em bi dualî dimeşînin vê meseleyê, yek; nobeta li Wezareta Navxwe dê berdewam bibe, heta ku em encamê bistînin, emê vê nobetê berdewam bikin. Rêya duyemîn jî ev e ku partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, bi civakê re vê meseleyê, xebateke dîplomasî pêk bînin.”

Partiya Însan û Azadiyê PÎAya ku di Gulana 2018an da hatibû damezrandin û li Diyarbekir û Wanê xwedî rêxistin e, xwe wek partiyekê kurdewar, demokrat û dîndar pênase dike. PÎA, di hilbijartinên herêmî yên 2019an da li gel HDPê tifaqa hilbijartinê durust kiribû. Her wiha li gel PÎAyê serlêdana du partiyên din yê Kurd; PDK-Bakur û Partiya Demokrat a Kurd PDK jî nayê qebûlkirin. Lê belê tenê di sala 2020an da li Tirkiyê 27 partiyên nû yên siyasî hatin damezrandin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin