Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Peymana Neteweyên Yekgirtî (xal 51) û fêla Tirkîyê

A+A-

Di bombebarana Çiyayê Şingal’ê û li rojavayê Kurdistan’ê Çiyayê Qereçox’ê da Tirkîyê, xwe dispêre xala 51î ya Peymana Neteweyên Yekgirtî (UN).

Bi ya Tirkîyê, „mafê we heye ku xwe li hemberî êrişan biparêze!“

Di destpêkê da, me divê em binirin ka xala 51î dibêje çi?

Ji ber Tirkîyê xwe dispêre vê xalê wergera ji Tirkî çêtir e, ku mirov sedemên Tirkîyê baş fam bike.

Xal 51; „Heta ku Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekgirtî bona aştî û ewlekarîya navneteweyî hemû bergirî dabîn kirine, eger endamên Neteweyên Yekgirtî tûşî êrişên eskerî hatibin, ti tişt nikane asteng be li ber mafên bergiriyê ên kollektîf û keseyatî. Welatê xwe diparêze û tedbîran dabîn dike, divê di heman demê da agahdarî bide Konseya Ewlekariyê û bi ti avayî nikane, herweha di nav çarçoweya şert û mercên heyî da, bona hewldana dabînkirina aştîya navneteweyî û li ser berpirsyarîya wê (Konseya Ewlekarî m.k.) karîger be.“

Xala 51mîn ya Peymana Neteweyên Yekgirtî weha ye.

Eger mirov li naveroka xalê dinêre, li ser hinek têgehan pêdivîya şîrove û ronahîkirinê heye.

Yekem, divê welatê (an dewletê) xwe diparêze tûşî êrişek eskerî hatibe, ango ne gefek,(tehdîtek) yekser tûşî êrişek eskerî hatibe.

Tirkîyê ne ji Çiyayê Şingal’ê û ne jî ji Çiyayê Qereçox’ê ya navçeya Dêrika rojavayê Kurdistan’ê tûşî êrişek eskerî hatiye.

Ne îro tenê, herweha ji destpêka qeyranên Iraq û Suriyê û heta îro, li ser Tirkîye’yê ti gef û ti êriş nebûne, nehatine bihîstin.

Ji herdû herêman, berdin êrişen eskerî, berve Tirkîyê va gullekî tenê jî nehatin avêtin, berevajî bersivên êrişên Tirkîyê jî nehat dayîn.

Ango, ev angaşta Tirkîyê vala ye, bêbingeh e.

Tirkîyê diwarekî lêdike, li ser sînorê rojava û bakurê Kurdistan’ê, malbat, eşîr, gund û bajarên ku bi Peymana Lausanne hatine parçekirin, îro carekê jî Tirkîyê vê parçebûnê hêj kûrtir û pirsgirêkê hêj grîft dike.

Lausannê Kurdistan parçe kir, ev birînek kûr û dîrokî ye, lê îro diwarên Tirkîyê birînê kûrtir dike.

Bila em zanibin ev jî sûc e, roja ku hevsengî hat guhertin dîwar dê xera be.

Em dîsa vegerin ser xala 51mîn ya Peymana Neteweyên Yekgirtî.

Wekî min got, Tirkîyê divê tûşî êrişek eskerî bihata ku mafekî weha hebû, heta ku Konseya Ewlekarî tedbîr stendine, lê di nav rêgez û pîvanên zagonên navneteweyî da tevbigere.

Herweha, divêbûya Tirkîyê di heman demê da Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekgirtî agahdar bikira, min ti nûçe di vê barê da nexwendin, bawerim Tirkîyê ev pêdivî neanîye bi çî.

Bi ya xalê wekî min gotî divêbûya Tirkîyê Konseya Ewlekarî agahdar bikira û Konseyî jî tedbîrên pêwîst bistenda.

Bi vekirî xal dibêje, ku divê Konseya Ewlekarî, ango Neteweyên Yekgirtî têkilîpêkerê (mudaxîl) pisrgirêkê bibe û welatê xwe diparêze (îro Tirkîyê) bi ti avayî nikane li ser tedbîrên Konseyê jî karîger be.

Mixabin, ne Neteweyên Yekgirtî têkildarî pirsgirêkê bû, ne jî Konseya Ewlekarî.

Bi nûçeyên di barê êrişê da em dibînim, ku agahdariyên ji berpirsên Tirkîyê, Hikûmeta Başûrê Kurdistan’ê, berpirsên Kontona Cizîrê û berpirsên Dewletên Yekbûyî Amerîka û Federasyona Rusyayê aşkere dike ku Tirkîyê zagonên navneteweyî bin pê kirine.

Di encama êrişên Tirkîyê da bi dehan pêşmerge û şervanên Kontona Cizîrê jîyana xwe jidest dan, bê guman ev sûc e.

Dewlet divê rêzdarî (rîayet) li zagonên navneteweyî bigrin, eger nebe di qada navneteweyî da bêaramî dibe, taybetî bêaramîya herêmê hêj kûrtir dibe.

Di hêla din da, Hevpeymana Navneteweyî li ewlehîya taybetî rojavayê Kurdistan’ê berpirsyar e, êrişên Tirkîyê li ber şerê li dîjî DAİŞê asteng in.

Mafê gelê rojavayê Kurdistanê ye daxwaza ewlekariyê ji Hevpeymana Navneteweyî bike.

Dezînformasyonên di barê van êrişan da jî balê dikşînin.

Bo mînak, Tirkîyê dibêje ku layên peywendîdar agahdar kiriye, li ser mijarê ti agahdarîyên konkret tine ne, weha dixuye ku firokên şer li banibûn Tirkîyê agahdarî daye navendên pêywendîdar.

Ev, bi tiştekî nehesibandina hêzên navneteweyî ye, „min kir bû“ ye.

Li herêmê şerekî dijwar heye, qedera neteweya Kurd ya paşerojê diyar dibe, derfetek dîrokî rû daye.

Xofa derfeta diyarbûna paşeroja neteweya Kurd, bi heravayî siyaseta Tirkîyê dîl girtîye,

êdî aqil û fereset kar nake, tenê çavsorî û tûndiyê difikir e.

Heta roja îro ti kes di encama siyasetên şowenîst û nijadperestiyê da bi ser neketiye.

Hezkirên welat û civatê xwe, ewlehî û paşeroja welat û hemwelatiyên xwe nake xeterê, bi mebesta hevsengîya siyaseta hundir.

Çavsorî û tûndî dê rojekê rûyê xwe berve Tirkîyê bike û jixwe nêşitên vê yên civatî jî tên dîtin, di encamê da ewê zirarê bibîne û bi ser jî nakeve.

Pirsgirêkên navxweyî û ên partiyî di çi astê da dibin bila bin, ti hêz, ti quwet nikanin asteng bin li ber azadîya neteweya Kurd, rojek berê rojekê divê Tirkîyê vê rastiyê fam bike.

27.04.2017/Semsûr

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin