Peyamên pîrozbahîyê bi boneya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî bo posta serokê Herêma Kurdistanê

Peyamên pîrozbahîyê bi boneya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî bo posta serokê Herêma Kurdistanê

Piştî hilbijartinê û bawerî bexşînê, Nêçîvan Barzanî di peyamekê de ragehand, serokatîya Herêma Kurdistanê dibe seywana yekrêzîya alîyên sîyasîyên Herêma Kurdistanê.

A+A-

Duh perlemana Kurdistanê mitmane û bawerî bexşîye Nêçîrvan Barzanî bo posta serokê Herêma Kurdistanê.

Piştî hilbijartinê û bawerî bexşînê, Nêçîvan Barzanî di peyamekê de ragehand, serokatîya Herêma Kurdistanê dibe seywana yekrêzîya alîyên sîyasîyên Herêma Kurdistanê.

Piştî wergirtina mitmane û bawerîyê hijmereka kes û alîyan li ser astê hidûrî û derveyî peyamên pîrozbahî arasteyê Nêçîrvan Barzanî kirin.

Evên xwarê jî pişkek in ji wan peyaman in:

Necmedîn Kerîm parêzgarê yasayîyê Kerkûkê peyamek pîrozbahîyê arasteyê Nêçîrvan Barzanî kir.

Necmedîn Kerîm piştî pîrozbahîkirnê gotîye, Birayê hêja, destbikarbûna we li posta serokê Herêmê di demekê de ye ku dever bi kawdaneka dijwar re dibûre û ez bi bawerim hun bi sîyaseta hekîmane ya xwe dikarin pêgeh û parsengîya Herêma Kurdistanê di nav hevkêşe yên deverê biparêzin.

Herweha di peyama pîrozbahîyê de hatîye: Rola canebê we di çareserkirina arîşeyên evro yên Kerkûkê berçavin û bilind dihên nirxandin.

Herweha dibêje: Dixwazim di hewlên xwe de berdewam bin bo komkirina tevaya alîyên sîyasî di çarçoveya berjewendîya nîştîmanîya  gelê Me de û serkevtinê zêdetir bi dest xwe ve bihînin.

Beşîr Hedad cêgirê dûyê yê serokê perlemana Îraqê peyama pîrozbahîyê arsteyê Nêçîrvan Barzanî kir û di peyam wî de hatîye: Me bawerîya temam heye ku serokatîya nû hilbijartî ya Herêma Kurdistanê rolek bi bandor  dê heb li avedankirina  peywendîyên mikum û baştir di navbera hemû partî û alîyên sîyasî yên Kurdistanî de û ji hev nêzîkirina hizr û nerînan ji bawerîbûnê bi yekrêzîya mala Kurd û yekxistin û pêşkeşkirina baştirîn xizmetkarîyan bo hevwelatîyan.

Herweha di peyama Hedad de hetîye: Nêçîrvan Barzanî ezmûneka çend salên berdewam  heye di serokatîkirina hikumeta Herêma Kurdistanê de û bêguman rol û bandora wî ya sîyasî li ser astê welat berdewam dibe.  Em ji cenabê te çaverê dikîn zemînesazîyê bikin bo çareserkirina wan arîşe û pirsê hilpisartî mane di navbera Bexdayê û Hewlêrê de. Herweha bo bihêzkirina peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û hêzên sîyasî yên din yên Îraqê. Hêvîdarîn aştî û avedanî li Kurdistanê û hemû Îraqê biçespe.

Helbûsî peywendîyeke telefonî bi Nêçêrvan Barzanî re kir.

Herweha Mehemed Helbûsî, serokê Civata Nwênerên Îraqê peywendîyeka telefonî li gel Nêçîrvan Barzanî encam da û pîrozbahîya hilbijertina wî kir bo postê serokê Herêmê.

Nivîsgeha ragehandina serokê Civata Nwênerên Îraqê ragehandîye, Helbûsî bawerîya xwe nîşan daye bi şîyan û nerînên Nêçîrvan Barzanî ku dibe sedema serkevtina wî di erkên xwe de û hêvîya serkevtinê xwaztîye bo gel li Herêma Kurdistanê.

Mekteba Sîyasîya Hizba Demukrata Kurdistana Suryayê  jî peyama pîrozbahîyê arasteyê Nêçîrvan Barzanî kirîye û têde hatîye: Hilbijartina Nêçîrvan Barzanî hilbijartina rêbaza Barzanîyê nemire di xebat û qurbanîdan û dilsojîyê de û heya niha bizoka bingehîya xbata neteweyîya Kurde ji bona mafên neteweyî û nîştîmanî û dîmukrasîyê gelê Kurdistanê.

Birêt Makgork,nêrdeyê berê yê serokê Emerîkayê bo Hevpeymanîya dijî Daişê, di peyama xwe dibêje Nêçîrvan Barzanî  ji wan serkdeyane ku bo rojhilata navîn pêdivîne.

Ji bilî astên Kurdistanî û Îraqî hijmareka kunsil û nwênerên welatên bîyanî li herêma Kurdistanê pîrzbahî arasteyê Nêçîrvan Barzanî kirîne  û ji wan jî: Con Wîliks, kunsilê Birîtanîyayê û di peyama wî de hatîye, Pêdivîye Em hemû bi hev re bîn wek Kurd û Îraqî li gel hevalên we wek Birîtanyan bo veqoztina wan delîveyên li pêşîya me ne bi baştirîn awayî.

Kunsilê  giştîyê Emerîkayê li Hewlêrê jî dibêje ûmêd dikîn li gel serok Barzanî kar bikîn di çar salên ayînde de.

Sertaç Bucak, serokê giştîyê Partîya Demukrata Kurdistanê yê bakûr di tiwîtekê de pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî dike û dibêje: Îro wek Serokê Herêma Kurdistanê li Parlamanê Kurdistanê hat hilbijartin. Em bi dil û can Birez Neçirvan Barzanî pîroz dikin. Ser xêre be!

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin