Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Peyama SHK û Rewşa siyasetmedarên Kurd!

A+A-

Wek ku em dizanin di 23. 06. 2016 an de, Serokê Herêma Kurdistan birêz Mesud Barzani daxuyaniyek da û di daxuyanîya xwe de gazî hemû hêz û alîyên siyasî yên Kurdistanê kir û got:

„Ji bo me li vê qonaxê da hîç armancek ji mafê çarenûs û serbixweyiyê bilindtir û pîroztir nîne, nabê rê bidîn ev pirsa çarenûssaz bibê qurbana nakokî û gengeşeyên navxweyî."

Ev demeke, helwesta Serokê herêma Kurdistan çûna referandûmê û armanca çûna qonaxek çarenûssazde ya netewa Kurd bi xwe ye. Li her ku ev mijar ketiye rojevê, hinek alî û siyasetmedar li henber vê konaxê cîh girtine û postê serokatiya Herêma Kurdistan, postê serokê Parlamentoya Kurdistan derxistine pêşber û bûne asteng ji avakirina helwestek hevpar a netewî û Kurdistanî re.

Ev qederê du salane ku Kurdistan li henber DAİŞ û dijminên xwe di şerrekî bêrawestandin de ye. Pêşmergên qahreman, birçî, tazî û di bin alozîyên siyasî yên xerab de vî şerî dimeşîn e. Rojek ew partî, tevger û hêlên siyasî ku demoktrasî û birêvebirina wê ji ser zimanê wan nakeve û postê serokatîyê, rewşa parlamentoyê dikin sebab; di derheqa şer, rewşa pêşmerge û serkevtinên van qahreman de, devê xwe venekirine û ji divêtîyên van qahremanan re xwe berpirsîyar nedîtine û nabîn in.

Heger helwesta erênî a Serokatiya Herêma Kurdistan tunebûya û bê qahremanîya Pêşmergên birêz, alîkarîya netewî û piştgirîya hêzên hevpeyman jî tune bû. Îro ev herêma aram û azad jî wê li Kurdistan tunebûna. Em deyndarên Pêşmergên qahreman û helwesta birêz Serok Mesut Barzanî ne ku ev bingeh ji netewa xwe re bi serkevtî, di qada navnetewî de amade kir û pêşkêşî netewa xwe û Kurdistan kir. Îro ev bingeha ku hatiye amadekirin, werin em bi hev re ji banga Serokê herêma Kurdistan ji bona hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê re bixwînin:
„Rewşa navçeyê bi qonaxekî nû da derbas dibe û bi hemû nirxandinekî guhertinên mezin li holêdane. Gelê Kurdistanê û ezmûna wê jî li ber qonaxekî hestiyar û çarenûssazdaye, nabê ev derfeta vê carê ji bo gelê me hatiye pêş, ji dest bidîn. Îro pêgeha gelê Kurdistanê li ser asta navdewletî asoyekî xwe ya ronak heye û li şerê terorê jî bi hewla Pêşmergeyên qehreman û li sayeya xwîna şehîdên me û bi xweragiriya xelkê Kurdistanê û piştevaniya hevpeymanan, serkeftineke mezin bi dest hatiye û terorîst tûşî şikestên mezin hatin lê belê metirsiya wan her maye."

Başûrê Kurdistan di rewşek pir nazik re derbas dibe. Rewş pir zelal li ber çavê me ye. Ji bona ku em van serkevtinan û bidestxistinên netewa xwe biparêzin û gavek din bibin bipêş de, helwestek berpirsîyarî û netewîhez, Kurdistanîhez lazime ji me re. Ev gava berpirsiyarî jî ewe ku em piştgiriya referandomê bikin û divê referandom nebe qurbana nakokiyên partiyên siyasî, daxwazên piçûk û têkiliyên bi dijminên Kurdistan re.

Bila herkes baş bizanibe ku tu berjewendîyên partîyek, tevgerek an şexsek nabe ku di ser nirxên netewî û berjewendîyên Kurdistan re bên hesibandin. Wek ku Serokê Herêma Kurdistan birêz Mesud Barzanî di peyama xwe de gotiye:
"Ji bo me li vê qonaxê da hîç armancek ji mafê çarenûs û serbixweyiyê bilindtir û pîroztir nîne, nabê rê bidîn ev pirsa çarenûssaz bibê qurbana nakokî û gengeşeyên navxweyî. Ji bo vê yekê daxwaz ji hemû hêzên siyasiyên Kurdistanê dikim li zûtirîn demî da rêwşuwênên pêwîst li ber bigrin ji bo dirustkirina komdengiya niştîmanî li ser pirsa referandum û serbixweyî û hengava yekem eweye li gel Bexda bikevîn guftûgoya eşkere û birayane."

Ji bona Kurd û Kurdistan kar û barên ku li benda me ne pir zelain. Li hemû beşên Kurdistan, dilsozên kurd û Kurdistan, ewên azadîxwaz dive di vî warî de rola xwe bilîzin. Bibin rexnegir û piştgirê vê pêngava pîroz ku carek din berbihewa nebe. Ronakbîrên Kurd, rewşenbîrêr Kurd, îsporên doza Kurd, rîhsiîyên Kurd, akademîsyenên kurd- nivîskarên Kurd ji bona berjewendîyên kurd û Kurdistan piştgirêyê bidin vê gava pîroz û di vî warî de li pêngava Serokê Herêma Kurdistan birêz Mesud Barzanî xwedî derkevin û bibin alîkar ji bona pêngava çûna bikaranîna mafê çarenûs û serxwebûna Kurdistan.

Dîrok dubare nabe. Her wundakirina qonaxekê bi xwe re wundakirina pir tiştan tîne ji welat û netewan re. Em Kurd îro di qonaxek dîrokî re derbas dibin, heger em divêtîyên vê qonaxa dîrokî neynin cîh, emê carek din wenda bikin. Lê ev wendakirin wê bi xwe pir tiştên neyênî bîne hole. Ji bona siberoja netewa xwe, ji bona pêşeroja Kurdistan, carek din mafê me yê berbihewakirina keda vî netewî tuneye.

"Hîç armancek ji mafê çarenûs û serbixweyiyê bilindtir û pîroztir nine!"

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin